Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe dîsa serlêdanek kirin.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
27 nîsan, 2021   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ku Ocalan ‘Nexşerê’ li parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di sala 2009’an de zêde kiribû, di 23’ê Îlona 2020’an de hevdîtina wî ya bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kiribû. Qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de qediya lê dîsa jî ji bo daxwaza hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn.