îro dê gera 3'yemîn a dan û standinên Viyanayê dest pê bikin

Aliyên peymana nukleerî îro xwe amede dikin da ku dan û standinên Viyanayê ji nû ve dest pê bikin. Washington piştrast kir ku her lihevkirineke gengaz bi Îran re, divê rê nede Îranê ku çekê nukleerî bi dest bixe.

îro dê gera 3'yemîn a dan û standinên Viyanayê dest pê bikin
27 nîsan, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezaretê Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price got ne ji berjewendiya Amerîka, Ewropa, Çîn û Rûsyayê ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe.

Yekitiya Ewropayê roja duşemê der barê dan û standinên peymana nukleerî ên Îranê li Viyanayê de ragihandibû ku dê roja sêşemê bi serokatiya mudirê siyasî yê Yekitiya Ewropayê Enrique Mora ji nû ve dest pê bikin.

 (dm)