Hêzên ewlekariyê li Reqayê depoyeke teqemeniyê ya çeteyan dît

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hêzên wan li gundewarê bajarokê Kerama yê bakurê Reqayê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê yên girêdayî çeteyên DAIŞ'ê dît.

Hêzên ewlekariyê li Reqayê depoyeke teqemeniyê ya çeteyan dît
26 nîsan, 2021   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe weşandiye, ragihand ku hêzên wan duh bi şev roja yekşemê 25'ê Nîsanê depo û kargeheke çêkirina madeyên teqemeniyê ya girêdayî çeteyên DAIŞ'ê li gundewarê bajarokê Kerama yê bakurê Reqayê dît.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Cîhazê Ewlehiya Giştî bi hevkariya tîmên endizyariyê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di encamê rêzeçalakiyên bi boandor ên lêgerîn li bermaniyên çeteyên DAIŞ`ê de ku li deverên cûda yên gundewarê rojhilatê Reqayê dane destpêkrin, depoyeke çêkirina top, teqemenî û moşek li bajarokê Xesaniyê yê girêdayî herêma Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê dît.

Hêzên ewlekariyê cihê navborî dorpêç kir, piştre lêkolîn da destpêkirin. Di encamê de miqdareke mezin a madeyên teqemeniyê dît."

Li gorî daxuyaniyê madeyên ku hatine dîtin ev in:

1- 111 topên hawn ên navîn

2- 5 topên hawn ên mezin

3- 10 dikên hawnan

4- 7 tûpên gazê

5- 3 moşekên herêmî yê çêkirî

6- 4 heşweyên moşekên biçûk

7-1 heşweyeke tangan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, madeyên ku hatin desteserkirin, ji bo cihê taybet ê komkirina bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê ku dûrî cihê sivîlan hatin veguhestin.

Ev operasyon di demekê de ku tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li dirêjeya herêma Kerama ya rojhilatê Reqayê zêdebûne pêk hat. Şaneyên çeteyan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên QSD, her wiha erebeyên leşkerî û sivîl ên ku di rêya Kerama –Dêrazor, Kerama –Hesekê derbas dibûn, dikirin armanc.

ANHA