Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Hêrêmên Parastinê  yên Medyayê (Zap,  Avaşîn û Metînayê) şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ji hêzên gerîla re nîşan  da.

Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da
26 nîsan, 2021   13:46
ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin, Garê ji bîr nekin", bi dehan şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkumen daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Şênî li çerxerêya naverasta navçeya Til Rifetê bi berzkirina sloganên"Bijî berxwedana Hêzên Parastina Gel a  li çiyayê Kurdistanê, na ji bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên  Medyayê" dest bi meşê kir.

/ar/uploads/files/2021/04/26/122145_ahaly-iqlym-afryn-yndwn-alhjwm-altrky-ala-jbal-krdstan-28329.webp

Meş li çerxerêya şehîdên komkujiya Til Rifetê veguherî mîtîngê û ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.. Di mîtîngê de endamê Meclisa Navçeya Til Rifetê Ridwan El-Rifaî axivî û got, piştî ku artêşa Tirk a dagirker li Heftenîn û Garê bi bin ket, êrişî herêmên Avaşîn, Zap û  Metînayê dike, da ku herêmê dagir bike.

Ridwan El-Rifaî diyar kir ku piştî Amerîkayê îtîraf bi komkujiya li dijî Ermenan kir, dewleta Tirk hovîtiya xwe zêdetir kir êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

/ar/uploads/files/2021/04/26/122132_ahaly-iqlym-afryn-yndwn-alhjwm-altrky-ala-jbal-krdstan-28229.webp

El-Rifaî di dawiya gotina xwe de da zanîn ku şêniyên Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkumen piştgiriya xwe ya ji berxwedana hêzên gerîla re ya li çiyayê Kurdistanê nîşan didin û bêdengiya civaka navneteweyî  ya  li hemberî êrişên dijminê Tirk şermezar dikin.

Mîtîng bi sloganên "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî  bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nN7oZ6ucVg4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>