Parlamentoya Ewropayê: Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bên azadkirin

Parlamentoya Ewropayê bi biryareke nû destnîşan kir ku divê hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bên azadkirin.

Parlamentoya Ewropayê: Divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyê bên azadkirin
26 nîsan, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlamentoya Ewropayê (PE) têkildarî kesên ku li Tirkiyê wek “girtiyên siyasî” tên pênasekirin, biryarek da ku di heman saetan de wezîrê karên derve yê Tirk, Mevlut Çavuşoglû li Brukselê hevdîtin dikirin.

Di biryarê de hat xwestin ku hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya hikmên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de bê şert bê berdan.

Her wiha ji bo hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî hat xwestin ku hemû sûcdariyên li dijî wê bên betalkirin û hemû girtiyên HDP’yî bên berdan û bikarin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.