Ciwan Mistefa: Wê beşek ji dermanê Koronayê bigihêje herêmê lê belê pir kêm e

Rêveberiya Xweser li benda wergirtina dermanê Koronayê ye, ku beşê yekemîn gihaştibû Sûriyê. Ciwan Mistefa got miqadara derman ku tê payîn ku bigihêje herêmê, li gorî herêmeke ku 5 milyon kes lê dijîn pir kêm e.

Ciwan Mistefa: Wê beşek ji dermanê Koronayê bigihêje herêmê lê belê pir kêm e
26 nîsan, 2021   06:39
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Roja pêncşemê (22’yê Nîsanê) nêzî 200 hezar derziyên Koronayê bi rêya bernameya Kovacs a girêdayî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) gihaşt Sûriyê. Ev beşê yekemîn ê derman e ku bi rêya Kovacs digihêje.

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destpêkê dê derman li xebatkarên tenduristiyê yên ku xizmetên tenduristiyê li Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dikin re, bê dayîn.

Têkildarî mijarê, Hevseroê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got miqdara dermanê ku gihaştiye Sûriyê pir kêm e.

 ‘200 HERAZ DERZIYÊN KORONAYÊ GIHAŞTIN SÛRIYÊ’

Mistefa wiha got: "Diviyabû nêzî 900 hezar derzî hatibana şandin, lê belê ji ber hin mijarên teknîkî yên li li ser mekanîzmaya çêkirina derziyan çêbûye, ew hejmar daket 200 hezar derzî."

Li aliyekî din jî, 53 hezar û 800 derzî gihaştin herêmên dagirkirî ku hîna jî şêniyên wan heêrman ji ber kiryarên dermirovî û ne exlaqî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tên koçberkirin.

Mistefa wiha domand: "Hîn çawaniya gihandina derziyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lêkolînkirin û nîqaşkirin. Dê beşek ji van derziyan bigihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî."

 ‘YÊN KU WÊ DESTPÊKÊ DERMAN WERBIGIRN’

Têkildarî beşê ku dê destpêkê dermanê Koronayê werbigirin, Mistefa da zanîn ku dê destpêkê xebatkarên qada tenduristiyê derziyan bigirin. Mistefa daxuyand ku li gorî sozên WHO’yê dê derzî li tevahî tîma tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin belavkirin.

Girêdayî hejmara derziyên ku dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werbigire jî, Ciwan Mistefa got: "Di dema heyî de pêdiviya me bi nêzî milyonek derzî heye.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 5 milyon kes dijîn.

BEŞA DIN A DERMAN

Li gorî WHO`yê, tê payîn ku nêzî 700 hezar derzî di dawiya Gulanê û destpêka Hezîrana Îsal de bigihêjin Sûriyê, da ku beşê kesên temenmezin û nexweşên ku nexweşiyên wan giran in dabîn bike.

Ji bo mekanîzmaya belavkirinê jî, Mistefa eşkere kir ku dê WHO çavdêriya xebatê gihandin û belavkirina derziyan bike.

Ciwan Mistefa behsa rewşa tenduristî ya li herêmê û hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê kir û wiha got: "Li herêmê pêla sêyemîn a pandemiya Koronayê belav bûye. Li gorî rapor û lêkolînên zanistî yên ku hatine belavkirin êdî bandora pêla sêyemîn hinekî kêm bûye."

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’yê vê Nîsanê de bi civîneke çapemeniyê ragihandibû ku hejmara bilind a pêketiyên Koronayê nîşaneya karesateke mirovî ya muhtemel dide.

Mistefa her wiha da zanîn ku hejmara pêketiyên vîrusê ber bi îstiqrarê ve diçe û diyar kir ku dê di rojên pêşîn de yan dema qedexeya giştî bê dirêjkirin an jî dê qedexeya beşî bê ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku duh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 251 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 12 kesan jiyana xwe ji dest da. Bi wê yekê li herêmê heta niha, 15 hezar û 176 kes bi Koronayê ketine, 519 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 538 kes baş bûne.

Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê û biryara qedexeya giştî pêk bînin.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uY5WSB60YuU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>