​​​​​​​Sabit El-Cewher: Têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyan de wê nehêlin fîtne çêbibin

Nûnerê qebîleya Şerabîn bang li eşîrên Ereb û Kurd kir ku ji hewldanên derxistina fîtneyan hişyar bin û got: "Daxuyaniyên ku derketin, li nivîsgehên serokên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hatine nivîsandin û nûnertiya tu eşîrên Ereb nakin."

​​​​​​​Sabit El-Cewher: Têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyan de wê nehêlin fîtne çêbibin
26 nîsan, 2021   01:34
HESEKÊ

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî ji beriya çend rojan ve li Qamişlo kiryarên provokasyon û êrişan li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk tînin, da ku fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin.

Nûnerê qebîleya Şerabîn Sabit El-Cewher li ser bûyerên dawî ku li Qamişlo çêbûne wiha got: "Hin serokên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hewl didin tevahî milîsên Dîfaa El-Wetenî bi cih bikin da ku fitneyê derxînin û aramî û ewlehiya li bajarê Qamişlo û gundewarên tê têk bibin. Bûyerên li Qamişloyê jî rû dan di çarçoveya van hewldanan de pêk tên."

Sabit El-Cewher da zanîn ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi rêya Heşid El-Şeibî ya Îranê û Afganistanê hatine perwerdekirin û perekirin û got: "Ev çete bi çeteyên afganî ve girêdayî ne û Îranê li tevahî xaka Sûriyê li cihê serweriya milîsên Îranê de bi taybet li herêma Heleb û Bokemalê de, belav kirine."

El-Cewher diyar kir ku armanca van çeteyan ewlehî û aramiya herêmê xirab bikin, tevliheviyê derxînin û guhertina demografî pêk bînin mîna ku niha li herêma El-Bokemal, Sit Zeyneb a li Şamê tên kirin.

El-Cewher wiha domand: "Têkildarî bûyerên ku vê dawiyê li Qamişloyê rû dan û hin daxuyaniyên ku ji hêla hin meclis û hin şêx û rûspiyên eşîran de derketine bi aramnca derxistina fitneyê ne. Tevahî daxuyanî li nivîsgehên serokên şaxên ewlehiyê hatin nivîsandin, da ku fîtneyê di navbera eşîrên Ereb û Kurd de derxînin û nûnertiya tu eşîrên Ereb nakin."

El-Cewher wiha gotina xwe berdewam kir: "Mixabin, di êrişan de şêx Hayis El-Ciriyan ku yek ji rûspiyên eşîra Benî Seba ye, ji hêla çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hate qetilkirin. Armanca qitilkirina wî agirê fitneyê gûrtir bikin."

Nûnerê qebîleya Şerabîn destnîşan kir ku  qebîleya Teyî, qebîleyeke kevn e û pê serbilind in û wiha pê de çû: "Rola vê qebîleyê di damezrandina Rêveberiya Xweser de sereke û aktîv e, hejmareke mezin a ciwanên qebîleyê di nava Hêzên Sûriya Demorkatîk de hene û hejmarek mezin şehîdên wê hene. Dê rêveberirina taxê were guhertin, li şûna çeteyên Dîfaa El-Wetenî dê şêniyên ji qebîleya Teyî were birêvebirin."

Sabit El-Cewher wiha got: "Dema ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî li ser taxa Teyî serwer bûn, tax vegerî cihê bazirganên hişbirê û şantajkirina welatiyan, ferzkirina fîdyeyan ji xwediyên dikan û şêniyan, li gel wêj dizîn û talankirin li taxê hebû."

Sabit El-Cewher bang li tevahî şêx û rûspiyên eşîr û êlên Ereb û Kurd û pêkhateyên dîtir wek Suryan, Êzidî û tevahî şêniyên Cizîrê kir ku ji daxuyaniyên ku banga fîtneyan li herêmê dikin, hişyar bin.

Sabit El-Cewher wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bawer in ku tu fîtne di navbera pêkhateyên herêmê de çênabin. Ji ber ku têkiliyan van pêkhateyan ji kevn ve xurt e. Em spasiya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Xweser dikin ku bi şêx û rûspiyên eşîran re hevkar bûn."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cryJdyuMvcc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>