​​​​​​​Li taxa Teyî mayîneke çeteyên Dîfaa El-Wetenî teqiya

Li kolaneke taxa Teyî ya bajarê Qamişloyê mayînek ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî çandibû, teqiya.

​​​​​​​Li taxa Teyî mayîneke çeteyên Dîfaa El-Wetenî teqiya
25 nîsan, 2021   20:53
QAMIŞLO

Li taxa Teyî ya bajarê Qamişloyê şerekî giran di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de rû dide. Şer piştî ku çeteyan agirbesta mayînde ya ku hêzên ewlekariya vê êvarî ragihandibû, dest pê kir.

Hemwextî şer, li kolaneke taxê ku çeteyên Dîfaa El-Wetenî lê hene, mayînek ku çeteyan çandibû teqiya.

Têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin bidestxistin.

ANHA