Daîreya Mezêxeran a Reqayê gerên li nava sûk û dikanan pêk tînin

Daîreya Parastina Mezêxeran a Reqayê diyar ‎kir ku dewriyeyên zabîteya girêdayî wê di ‎dema qedexeya giştî de kontrolkirina kel û pelan dewam kir û gelek bazirganên ku keysbazî dikirin, muxalefe kirin.

Daîreya Mezêxeran a Reqayê gerên li nava sûk û dikanan pêk tînin
26 nîsan, 2021   06:15
REQA- EHMED EL-ELÎ

Ji ber ku hin bazirganan di dema qedexeya giştî de nirxê madeyan û dema bidawîbûna wan li gorî xwe diyar dikirin, pêwîst bû ku ev rewş were kontrolkirin û mezêxer ji timayên hin bazirganan bên parastin.

Daîreya Parastina Mezêxeran di Nivîsgeha Zabîteyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Reqayê di dema qedexeyê û di nava saetên ji bo vekirina dikanên bazirganiyê de, dewriye meşandin û nirxên madeyan û dema bidawîbûna wan kontrol kir. Ji ber ku hin kes pêdiviya şêniyan û dema wan a teng ji bo bazirganiyê, bi kar dianîn da ku li ser hesabê wan pereyên zêde qezenc bikin.

Endamê Daîreya Parastina Mezêxeran a ‎Reqayê Mihemed El-Îsa wiha got: "Di demên ‎qedexeya giştî ya li Bakur û Rojhilata Sûriyê de, ‎komîteyê ‎tevî nivîsgehên xwe karê xwe berdewam kir.‎"

Mihemed El-Îsa lê zêde kir ku nivîsgeha danîna buhayan û sûkan a di zabîteyê zimhêrê de gerên ‎xwe li gund û bajaran pêk tîne da ku piştrast ‎bike ku bazirgan buhayên madeyan li gorî xwe ‎bilind nakin.

‎

El-Îsa da zanîn ku wan  bi hevkariya ‎nivîsgeha zabîteyê ya Şaredariya Gel a Reqayê re di 12'yê Nîsanê de, bi hev re li nava sûkên bajêr gerîn, da ku buha û muxelefan ‎kontrol bikin û di gerên xwe de gelek madeyên ku ‎demborî girtin.‎

El-Îsa diyar kir ku nivîsgeha ‎diyarkirina buhayan, li sûkên Reqayê di dema Remezanê gerên xwe pêk anîn û biha şopandin, bi taybet piştî bilindbûna dolar li hemberî lîreya Sûriyê.

Endamê Daîreya Parastina Mezêxeran bang ‎li şêniyên Reqayê û gundewarên wê kir ku ger ‎rastî pirsgirêkan ji hêla bazirganan ve hatin li ‎nivîsgeha wan gilî bikin da ku tedbîrên qanûnî ‎li dijî kesên muxelif bigirin.‎

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GG1LWG8UZY0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>