Çeteyên Dîfaa El-Wetenî, careke din êriş kirin

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî careke din êrişî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên nêz dibistana Qamişlo ya taxa Hilkoyê kir.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî, careke din êriş kirin
25 nîsan, 2021   17:03
QAMIŞLO

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî careke din êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî dibistana Qamişlo ya li taxa Hilkoyê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê dan û şerekî giran derket.

Şer heta niha didome.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî, îro danê nîvro êrişî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li taxa Hilkoyê kir. Hêzên ewlekariya bersiv da û çete neçar kir ku vegerin. Di bersivdayînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

ANHA