Partî û saziyên herêma Firatê êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşîn şermezar kirin

Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên herêma Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriyê kir.

Partî û saziyên herêma Firatê êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşîn şermezar kirin
25 nîsan, 2021   14:29
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker duh êrişên dagirkirinê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dan destpêkirin. Di van êrişan de çekên giran û balafirên şer bi kar anîn. Gerîlayên HPG  û YJA Starê bersiva êrişan didin û derbên giran li wan didin.

Sazî û partiyên li herêma Firatê bi daxuyaniyan ev êriş şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Bi dehan endamên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) li qada Azadî ya bajarê Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Rêzan Neisan bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hikumeta faşîst a Tirkiyê  ji beriya dehên salan ve li dijî vîna gelan siyaseta xwe ya dijminane bi çekan, înkara hebûna gelan û hişmendiya qetilkirin û koçberkirinê berdewam dike. Êrişên wê yên îro yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên pêşketî pêk tîne û teknîka NATO`yê tê bikaranîn da ku  berjewendiyên xwe ye û dagirkirina dewletên cîran berfireh bike. Li hemberî van êrişan civaka navneteweyî jî bê deng e, ji vê zêdetirî jî li hemberî berxwedana gelên me  yên ku bi xaka xwe ve girêdayî ye, hemû cureyên çekan ku di nava civaka navneteweyî de qedexe ye bi kar tîne, lê belê beriya niha li Garê û herêmên din li hemberî van berxwedanan bi bin ket."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate diyarkirin: "Em wekî  Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) ên li herêma Firatê êrişên dijminane yên faşîsta tirkî yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê şermezar dikin û bang li gelên xwe dikin ku li dijî vî dijminî bisekinin û em xîtabî hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê bikin ku bi erka xwe rabin, da ku parastina sînoran ji xeteriyê û artêşa Tirk bike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di demekê de ku civaka navneteweyî îtîrafê bi komkujiya ku dewleta Tirk li dijî gelê Ermen pêk anî, dike dewleta Tirk hewl dide li dijî gelê herêmê komkujiyeke nû wekî ya Qereçoxê pêk bîne, ku îro salvegera wê ye.

PYNK'ê di daxuyaniya xwe de got: "Divê gelê me ji van komployên ku li dijî vîna wê têne plankirin, hişyar be ."

Her wiha bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li hemberî planên dewleta Tirk ên dagirkirina dewletên cîranê bisekinin.

RAGIHANDINA SEFERBERIYÊ

Bi heman armancê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyanî da.

Endama rêveber a Yekitiya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Xunav Xelîl daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û got, dewleta Tirk ji hundir ve ne xwedî aliyên siyasî, leşkerî û civakî ye, ji lew re êrişên xwe li derve pêk tîne, da ku çav li ser rewşa hundirîn bigire.

Xunav Xelîl wiha domand: "Dewleta Tirk li tepê Mamreşo bi gaza jehrî êrişî Metîna û Zapê kir û bi tevahî hovîtiya xwe êrişî gerîla dike."

Xunav Xelîl bi rêya daxuyaniyê seferberî ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ragihand û wiha pê de çû: "Em ciwanên ji tevahî pêkhateyan, wek em têkoşiyaû seferberî ji bo Garê, Heftanîn û Xakûrkê ragihand, em vê carê ji jî radigihînin û em dibêjin em amade ne tê bikoşin û beşdarî şerê rûmetê bibin. Her wiha piştgiriya xwe ji têkoşerên li Zapê, Metîna û Avaşîn re radigihînin û dê çawa em li Heftanîn û Garê bi serkeftin em ê vê carê jî bi ser kevin û dê Herêmên Parastinê yên Medyayê ji wan re bibe goristan û em ê teqez bi ser kevin."

‛ARMANCA TIRKIYÊ TÊKBIRINA TEVGERA RIZGARÎ Û DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE’

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bi amadebûn bi dehan endamên kongreyê û jinên Kobanê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

 Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajêr  ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve bi zimanê kurdî hate xwendin.

Mizgîn Xelîl wiha got: "Dewleta Tirk, piştî têkçûna xwe ya li Garê û windabûna xewna dagirkeriyê, bi piştgiriya hêzên cîhanê, dewletên Ewropa, Rûsya û Amerîka yên ku dixwazin faşîsta Tirkiyê di vê merheleyê de li ser lingan bimîne, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike."

Mizgîn Xelîl diyar kir ku armanc dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina tevgera rizgariyê û dagirkirina Kurdistanê ye, da ku piştre hegamoniya xwe li ser herêma Rojhilata Navîn ferz bike û wiha domand: " Lê hêzên hegamonîk bi armanca mayîndebûna rejîma xwe ya desthilat a împralî û parastina berjewendiyên xwe, rê ji dewleta Tirk re vedike ku êrişên xwe li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk bîne."

Mezgîn Xelîl bi domdarî got, ne tesadifeke ku dewleta Tirk biryara tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê di demekê de ku cîhan salvegera komkujiya li dijî gelê Ermen bi bîr tîne, bide û got, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze ji nû ve xewna xwe ya desthilata Osmanî ya qirkirina civakan vejîne, da ku di desthilata xwe ya qirkirina civakan de bimîne.

Mezgîn Xelîl da zanîn ku projeya neteweya demokratîk ji bo desthilata dîktator pir xetere ye, ji lew re dewleta Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Meydayayê û rêber Abdullah Ocalan dike.

Mezîng Xelîl di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em Kongreya Star ê asta têkoşîn bilind bikin û dê çalakiyên piştevaniya berxwedana çiyayan bidomînin."

'BAWERIYA BI HÊZA GELAN Û ŞOPANDINA RÊÇA ŞEHÎDAN MISOGERIYA AZADIYÊ YE'

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi amadebûna bi dehan endaman daxuyaniyeke da ku tê de şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Ronahî Heco daxuyanî bi zimanê kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk rojekê jî jiyana bi demokrasî, wekheviya bi gelê Kurd re qebûl nekiriye û li her devera ku Kurd lê hene, êrişî wan dike. Êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê li Qamişlo bi heman armancê ne û berdewama êrişa li ser Qereçox û tevahî herêmên Kurd e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, her têkçûneke dijminên gelê Kurd, serkeftineke mezin e û bang li gelê Kurd hate kirin ku piştgiriya berxwedana têkoşerên li çar parçeyên Kurdistanê bikin, da ku dagirkiriyê têk bibin û Kurdistaneke azad û demokrat ava bikin ku xwesteka şehîdan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê em pişta xwe nedin dewletên cîhanê, lê belê divê pişta xwe bide hêza gelê têkoçer û li ser rêça şehîdan bimeşin, ku misgoriya azadiya welat e.

(eh-fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WNyaBa8tPA4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>