Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome

Di sersaxiya ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan de hate got: "Şehîd Hayis El-Ciriyan kesekî ne ji rêzê bû, şehîdê aştî û aramiyê ye." Her wiha hate diyarkirin ku armanca çeteyên Dîfaa El-Wetenî têkbirina yekitiya gelan û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de ye.

Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome
Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome
Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome
Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome
Sersaxiyê ji bo şehîd Hayis El-Ciriyan didome
25 nîsan, 2021   14:59
QAMIŞLO

Rûspiyên eşîrên Ereban û şandeyên hêzên leşkerî serdana konê sersaxiyê yê rûspiyê eşîra Benî Seba şehîd Hayis El-Ciriyan kir. Konê sersaxiyê li gundê Şermox ê girêdayî navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo hatiye vegirtin.

Di bin konê sersaxiyê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayîf axivî û got: "Dîfaa El-Wetenî çete ne, derveyî qanûnê tev digerin, nûnertiya tu eşîr an jî pêkhateyekê nakin, nûnertiya xwe tenê dikin."

Xalid El-Nayîf bang li pêkhateyan kir ku ji kiryarên çeteyên Dîfaa El-Wetenî hişyar bin û ev xal li gotina xwe zêde kir:"Divê em li gorî berpirsyariya ku dikeve ser milên me tevbigerin û ji komployên qirêj ku li dijî me têne plankirin hişyar bin, ji ber ku armanca van komployan derbekirina yekitiya me û aramiya herêmên ye, di heman demê de armanc derxistina fitne û tevliheviyê ye."

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Kêfo Osman axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Hayis El-Ciriyan û got:"Em çi qasî behsa têkoşîna şehîd Hayis bikin jî em ê nikaribin mafê wî bidin. Şehîd Hayis ji kesayetên ne ji rêzê bû û welatparêz bû, di dawiyê de bû şehîdê aştî ewlehî û aramiyê."

Piştî şerê 4 rojan ê di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li taxa Teyî, eşîrên Ereban destwerdan kir, da ku şer bisekinînin û çeteyan jî ji ser êrişên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn vegerînin. Li ser vê yekê Hayis El-Ciriyan wekî navbeykar hate erkdarkirin.

Piştî ku Hayis El-Ciriyan ji civîna ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û eşîran de hatibû orgenîzekirin derket, di 23`yê Nîsanê de li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê nexweşxaneya El-Wetenî ya li bajarê Qamişlo ku di bin kontrola çeteyan de ye ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve hate şehîdxitin.

Şehîd Hayis El-Ciriyan roja înê bi beşdariya welatî û rûspiyên eşîrên ereban li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişlo hate veşartin.

(eh)