Dewleta Tirk sewqiyatên ber bi “herêma bêçek" ve didomîne

Dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî yên nû li "herêma bêçek" bi cih kirin, her wiha hêzên hikumeta Şamê careke din hin bajarokên gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin. 

Dewleta Tirk sewqiyatên ber bi “herêma bêçek" ve didomîne
25 nîsan, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê herêmên Kensefra, El-Bara, Fitîra, derdora Sifohin, Filêfil û Benîn ên başûrê gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mrovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê êrişî deverên li Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê kir.

Ji aliyekî din ve jî, SOHR'ê diyar kir ku karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk di dergeha Kefer Losîn a sînorî ya bakurê Idlibê re derbasî herêmê bû. Li gorî SOHR`ê karwan ji 30 wesayîtên ku bi alavên leşkerî û lojîstîk barkirî, pêk dihat û ber bi nuqteyên artêşa Tirk ve çû.

(dx)