Li Yemenê 65 kes hatin kuştin

Li Meribê ya bakurê Yemenê di encama şerê di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de, di 48 saetên dawîn de 65 endam hatin kuştin.

Li Yemenê 65 kes hatin kuştin
25 nîsan, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Hura ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, li Meribê di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de şer rû da, di encamê de di 48 saetên dawî de herî kêm 65 endam hatin qetilkirin.

Çavkaniyan destîşan kir ku li Meribê, Hûsiyan eniya Kesara bi temamî xist bin kontrola xwe. Niha şer kêmtirî 6 kîlometre dûrî bajarê Meribê ye.

(dx)