Hayis El-Ciriyan... peyamberê aştiyê ku li ser destê çeteyan şehîd bû

Ji rûspiyên eşîra Benî Seba, Hayis El-Ciriyan El-Hesen xwedî roleke girîng û bibandor di çareserkirina nakokiyên eşîran de bû. Lê hewldana wî ya îqnakirina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya rawestadina êrişan, cih negirt û ji aliyê wan ve hate şehîdkirin.

Hayis El-Ciriyan... peyamberê aştiyê ku li ser destê çeteyan şehîd bû
25 nîsan, 2021   07:03
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

HAYIS EL-CIRIYAN KÎ YE?

Şehîd Hayis El-Ciriyan El-Hesen ji gundê Şermoxa mezin ê girêdayî navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo ye û di 1966’an de hatiye dinê, di malbateke welatparêz de mezin bû, xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe kir, zewicî ye û 8 zarokên wî hene.

Hayis El-Ciriyan El-Hesen ji yek rûspiyên eşîra Benî Seba ya li herêma başûrê Qamişlo ye, di nava şênî û pêkhateyên herêmê de dihat hezkirin û rola wî di nava eşîra xwe de diyarker bû.

Piştî bavê wî, şêx Ciriyan El-Hesen ku ji yek rûspiyên eşîra El-Ciriyan bû di 2009’an de jiyana xwe ji dest da, Hayis El-Ciriyan El-Hesen erka bavê xwe di birêvebirina eşîr û çareserkirina nakokiyên wê de girt û piştî bavê xwe bû rûspiyê eşîra El-Ciriyan.

ŞEHADETA LORANS EL-CIRIYAN

Şehîd û rûspî Hayis El-Ciriyan El-Hesen bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re projeya biryara gelan nas kir û ji destpêka 2013’an tev li şoreşê bû û kurê xwe yê mezin Lorans tev li YPG’ê kir da ku şerê çeteyên DAIŞ’ê bike û herêmê rizgar bike.

Dema ku Lorans El-Ciriyan beşdarî rizgarkirina gundê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê bû, di 6’ê Cotmeha 2014’an de şehîd bû û piştre gelek şêniyên eşîra wî rêya wî şopand, çeka wî hilgirt û tûgayek bi navê wî ava kir.

Birayê şehîd Hayis El-Ciriyan, Şeilan El-Ciriyan piştrsat kir ku birayê wî rê li pêşiya bi dehan şêniyên eşîra wan vekir ku tev li YPG û QSD’ê bibin û wiha got: "Di nava hêzên leşkerî û saziyên Rêveberiya Xweser de nêzî 10 kesan ji kurên pismamê şêx Hayis El-Ciriyan El-Hesen hene."

ROLA WÎ YA BIBANDOR Û DAXMEYA WÎ YA ZELAL

Şeilan El-Ciriyan destnîşan kir ku cihê Hayis El-Ciriyan di nava civakê de û rola wî di çareserkirina nakokiyên eşîrên li herêmê de hebû û wiha domand: "Bi tevlêbûn û xwedîlêderketina fikira neteweya demokratîk, daxmeyeke eşkere hişt û roleke girîng di bidawîkirina nakokiyên ku di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta Şamê û yên girêdayî wê de lîst."

Şeilan El-Ciriyan da zanîn ku şehîd Hayis El-Ciriyan û li gorî cihê wî ya di nava civakê de armanca wî rawestandina xwînrijandina li herêmê bû, ji lew re bi erka navbeynkariyê ya di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de hate erkdarkirin.

Kurê Hayis El-Ciriyan, Derar El-Ciriyan wiha behsa bavê kir: "Bavê min di dirêjiya jiyana xwe de aştîxwaz bû û jiyana xwe kiribû xizmetî çareserkirina nakokiyên di nava eşîran de, wî nedixwest tu eşîre bi ya din re bi nakok bin. Ked dida da ku nakokiyên wan çareser bikin, bi taybet li gundê me."

PEYAMNERÊ AŞTIYÊ

Ji şeva 20’ê vê Nîsanê ve, piştî çeteyên Dîfaa El-Wetenî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li nêzî çerxeriya El-Wehdê kir, di navbera her duyan de şer derket û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Piştî şerê dijwar a 4 rojan, rûspiyên eşîrên ereb destwerdan kir, da ku şer bisekinînin û çeteyên Dîfaa El-Wetenî îqna bikin ku êrişên xwe yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn rawestînin û bi wê re şehîd Hayis El-Ciriyan ji bo erka navbeynkdariyê hate erkdarkirin.

Piştî Hayis El-Ciriyan ji civîna di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û eşîran de ya ji bo agirbestê derket, di 23’yê Nîsanê de sekvanên çeteyên Dîfaa El-Wetenî li pêş mala wî ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya El-Wetenî ya li Qamişlo ki hedef û di encamê de şehîd bû.

Merasîma oxirkirina şehîd Hayis El-Ciriyan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê roja înê bi beşdariya şênî û rûspiyên eşîrên Ereb, li dar ket.

(fr)

ANHA