ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2021
24 nîsan, 2021   23:00

-Çeteyên Dîfaa El-Wetenî dibistanên Fadil Bin Ebdulezîzî û Ibn Sîna yên li taxa Teyî veguhdarandin baregehên leşkerî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rûspiyên eşîra Benî Seba, Hayis El-Ciriyan El-Hesen xwedî roleke girîng û bandor di çareserkirina nakokiyên eşîran de bû. Lê hewldana wî ya îqnakirina çeteyên Dîfaa El-Wetenî ya rawestadina êrişan cih negirt û hate armanckirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên Dîfaa El-Wetenî di êrişan de zarokek û serokeşîrek şehîd xistin û 5 sivîl birîndar kirin, her wiha 2 caran agirbest binpê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên bajarê Qamişlo êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Avaşîn şermezar kirin û li hemberî van êrişan banga yekitiyê li gelê Kurd kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û bîranîna şehîdên Qereçoxê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixin, meşê ji pêşiya hola civînan dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrîn ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li Metînayê û şermzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker meşekê li Şehbayê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyekê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-‎Necimedîn Mele Omer bêdengiya hikumetên Bexda û Başûrê ‎Kurdistanê der barê êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kirin û ‎bang li hikumeta Başûrê  Kurdistanê kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk bigire.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çavkaniyan eşkere kirin ku Rûsya ji bo derbasbûna bandorên cezayên li ser hikumeta Şamê  odeyek ava kir û dê petrol, genim û madeyên xwarinê derbasî herêmên hikumeta Şamê bikin, li aliyekî din jî zextên rêveberiya Biden li ser Erdogan giran dibin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna de, daxuyaniyê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîlayan şermezar dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di demên dawî de şêniyên navçeya Til Hemîsê zehmetiya pirsgirêka nan kişand û der barê vê de Komîteya Aborî ya Meclisa Navçeya Til Hemîsê çareseriyek peyda kir. Şêniyên navçeyê ev çareserî pêşwazî kir û komîte hewl dide heman çareserî li gundewaran jî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dîmen û wêneyan de diyar dibe ku ava çemê Firatê di asteke nizm de ye û vegeriye çiravan, ev yek jî îşaretê bi karesateke mirovî û jînegehê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Rûspiyan a Helebê têkildarî qetilkirina rûspiyê eşîra Benî Seba Hayis El-Ciryan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve, daxuyaniyekê li ber avahiya xwe ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA