​​​​​​​Fermandareke Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Em li gorî agirbestê tev digerin

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê-Jin Helat Hesen wiha got: "Ji bo bersivdayîna banga QSD’ê û navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê em li gorî agirbestê tev digirin."

​​​​​​​Fermandareke Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Em li gorî agirbestê tev digerin
23 nîsan, 2021   17:33
QAMIŞLO

Têkildarî ragihandina agirbestê li bajarê Qamişloyê, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê-Jin Helat Hesen ji ajansa me re axivî.

Helat Hesen got beriya çend saetan perspektîf ji hêzên wan re hatin dayîn ku divê di rewşa xweparastinê û pabendbûna bi agirbestê de bin û heta sibe saeta 10’an sibehê tu guleyan neavêjin.

Helat Hesen piştrast kir ku agirbest û dema wê li ser encamên civîna sêalî disekin ku dê sibe di navbera Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê, QSD’ê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê de pêk were.

Helat Hesen wiha got: "Em li gorî banga QSD’ê tev digirin û niha em di rewşa xweparastina ji çi rewşeke awarte de ne û di heman demê de jî em li gorî agirbestê tev digerin."

Di encama civîna di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên QSD’ê de agirbest di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî hate ragihandin, agirbest ji îşev û heta sibe saet 10:00'an ye.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JiUyCswm1z4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>