Li Qamişloyê agirbest heta sibe hate ragihandin

Di encama civîna di navbera polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên QSD'ê de, biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî de hate ragihandin. Agirbest dê ji êvara îro heta sibe saet 10:00'an de ye.

Li Qamişloyê agirbest heta sibe hate ragihandin
Li Qamişloyê agirbest heta sibe hate ragihandin
Li Qamişloyê agirbest heta sibe hate ragihandin
23 nîsan, 2021   15:42
NAVENAD NÛÇEYAN

Ji ber şerê ku ev 4 roj in li bajarê Qamişloyê didome, polîsên leşkerî yên Rûsya û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) navbeynkarî kirin û civînek li dar xist. Di civînê de biryara agirbestê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de hate ragihandin.

Agirbest wê vê êvarê saet 18:00'an û heta sibe saet 10:00'an pêk were.

Li ser vê yekê fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemû endamên xwe yên li xetên şer kirin ku li gorî biryara agirbestê tevbigerin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xnUYHSOfZ2U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>