141 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 141 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine.

141 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronayê ketin
23 nîsan, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa ragihand ku 10 kesan ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest daye ku 5 mêr ji Hesekê, Qamişlo, Dêrazor, Til Temir û Dêrikê, 2 mêr ji Minbicê û 3 jin jîji Qamişlo, Dêrazor û Minbicê ne.

Ciwan Mustefa da zanîn ku 141 kesên din bi Koronayê ketine û ew jî 61 mêr û 80 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 38
Qamişlo: 21
Dêrik: 19
Dirbêsiyê:7
Amûdê: 7
Girkê Legê: 3
Çilaxa: 3
Til Temirê: 2
Reqa: 32
Kampa Roj: 8
Şehba: 1

Mistefa diyar kir ku 18 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihîşt 14 hezar û 822’yan, ji wan 495 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar  û 506 kes baş bûne.

(kc)

ANHA