Li Derayê bûyerên kuştinê û şer berdewam in

Tevî tevliheviya ewlehiyê ya li Derayê, li deverên cuda yên Derayê li gel pêkhatina rêzebûyerên kuştinê ji aliyê çekdarên nenas ve, şer rû da.

Li Derayê bûyerên kuştinê û şer berdewam in
23 nîsan, 2021   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji ber gengeşiyeke di navbera şêniyên bajarokê El-Cîze û hêzên ewlekariya leşkerî yên girêdayî hikumeta Şamê de, li bajarokê El-Cîze yê rojhilatê Derayê, şer rû da. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de nehatin bidestxistin û sedema wê nayê zanîn.

Her wiha çekdarên nenas efserekî îstixbarata hewayî li rojavayê Derayê gulebaran kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(dx)