Rêveberiya Xweser ji ber telefbûna mewsimê çandiniyê tedbîr girtiye

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna baranê û zuhabûnê, mewsimê çandiniyê telef bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber karestakê planeke stratejîk danî û genim depo kir.

Rêveberiya Xweser ji ber telefbûna mewsimê çandiniyê tedbîr girtiye
21 nîsan, 2021   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Ji ber derengmayîna baranê û kêmbûna wê di demsala zivistanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çandiniya mewsimê 2020 – 2021`an telef bû. Vê yekê jî bandoreke neyênî li aboriya herêmê, cotkar û Rêveberiya Xweser kir.

Li gorî serjimariyên desteya çandiniyê, rêjeya barana îsal gihaşt 140 mm. Di salên berê de jî dighaşt 400 mm.

Têkildarî çandiniyê û bandora barana kêm, cotkarê bi navê Mihemed Casim ê ji gundê Hîmo yê rojavayî bajarê Qamişlo ku 70 donim bi genim çandibû got, mewsima îsal têk çû û wiha domand: "Em çandiniyê esas digirin. Îsal çandiniya me ne baş bû anku sifir bû. Ji bilî ji sewalan re ji tiştekî re nabe. Me gelek pere li çandiniyê dan, lê me ziyan dît. Ji ber kêmbûna baranê ez tu sûdê ji rûbera hemû zeviyên xwe nagirim."

Mihemed Casim Hisên diyar kir ku heger di nava her du hefteyên pêş baran bibare dibe ku çandiniya baqil bi ser bikevin, lê çandiniyên din weke genim û ceh telef bûn.

Her wiha cotkarê bi navê Hemîd El-Hewaş ku ev 15 sal in çandiniyê dike û 150 donim ji zeviyên wî li gundê Sewra yê rojhilatî navçeya Amûdê ye teqez kir ku ji ber derengmayîna baranê û zuhabûna li herêmê di zivistanî de, çandiniya wî têk çû.

Hemîd El-Hewaş wiha pêde çû: "Berhema ku me îsal çand em tu tiştî jê nagirin. Ev jî ji ber kêmbûna baranê û zuhabûnê ye. Me zeviyên xwe cot kir û ji sewalan re hişt."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji welêt re parên xwarinê ne. Ji ber ku zêdetirî 75 ji sedî ji şêniyên herêmê di çandiniyê de dixebitin û jêdera sereke ya debarê ye, her wiha xweza û axa herêmê ji çandiniyê re baş e.

Hevserokê Desteya Çandinî û Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên çandiniyê ne. Zêdetirî ji 75 ji sedî ji şêniyên di çandiniyê de dixebitin û ji xwe çavkaniya sereke ya qûtê xwe digirin."

Para xwarinê ya Sûriyê wek ku tê naskirin bi Cizîrê ya Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê welêt di çandiniyê xwe de xwe dispêre du cûreyan, yê bejî ku li ser barana demsala Zivistanê ye û yê avî jî ku li ser ava bîrên çandiniyê, bendav û çeman in.

Li gorî Desteya Çandinî û Aboriyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çandiniya îsal bi her du cureyên xwe, av û bejî gihaşt zêdetirî milyon û 800 hezar hektar. Her wiha rûbera çandiniya bejî gihaşt milyon û 200 hezar hektar û ya avî gihaşt 590 hezar hektar.

Li herêmê genim, nîsk, ceh, beqle, garis, bîqiya, gijnîj (Kizbera), kemûn, hilbê, reşreşk û kuncî têne çandin.

Têkildarî rewşa çandinî û rûbera ku îsal hate çandin Barûdo wiha axivî: "Ji ber kêmbûna baranê û zuhabûnê çandiniyên bejî yên îsal hemû telef bûn. Xwediyên zeviyan careke din zeviyên xwe cot kirin û hin ji wan jî dan kesên ku sewalan xwedî dikin."

Têkildarî sedemên wê yekê, Barûdo destnîşan kir ku derengmayîna barîna baranê û kêmbûna asta wê hişt ku hilberîn telef bibin û wiha domand: “Di mewsimê îsal de herêm gelek zirar dît. Dê bi awayekî neyênî bandorê hem li aboriya herêmê, hem li cotkaran û hem jî li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku wê di avakirina depoyên xwe yên stratejîk de esas digire.”

Ji girîngtirîn hilberînên ku dibe bi windakirina wê re aloziyeke mirovî li herêmê çêbibe, hilberîna genim e. Genim madeya yekemîn e ku dikeve çêkirina ardê ku Rêveberiya Xweser dide firinan da ku nan jê çêkin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim bejî û avî bi rûberên fireh tê çandin. Ji ber derengmayîna barîna baranê û kêmbûna wê, hilberîna genim a bejî telef bû. Tenê zeviyên genim ên avî li çend herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê man.

Ji bo derbaskirina vê aloziyê Barûdo got: “Der barê depoya genim a li herêmê de, heta ku ev mewsim telef bibe, tu metirsî tune ne.”

Barûdo wiha berdewam kir: “Ji bo tov û ardê pêwîst ji herêmê re me sala borî 600 hezar ton genim ji cotkaran kirî û me ji bo şêniyan depo kir da ku mewsima bê em jê xerc bikin.”

Barûdo teqez kir ku ji bo mewsima bê Rêveberiya Xweser dê tov ji depoya xwe ya genim bide cotkaran. Her wiha dê genim bide aşan û ard li ser firinan kêm nebe. Barûdo got, rêjeya depokirî heta zêdetirî salek û nîv heye û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Mîna ku hûn dizanin, ji bo mîna van krîzan em di radeya yekemîn de genim depo dikin.”

Barûdo bal kişand ser hewldanên desteyan û wiha berdewam kir: “Desteyê bi rêya saziyên çandiniyê yên li herêmê asta piştgirîdayîna qada çandiniya avî re zêde kir bi taybet zeviyên genim, da ku telefbûna zeviyên genim ên bejî derbas bike.”

Barûdo di berdewama gotinên xwe de got: “Saziyên tov ên li tevahiya herêman, bi cotkarên xwedî zeviyên avî re civiyan, da ku pêşkêşkirina sotemenî, semad û derman hêsan bike. Xebatên wê ji bo dabînkirina mewsimê îsal berdewam in.”

Barûdo îşaret pê kir ku Desteya Çandiniyê destekê dide projeyên çandina sebzeyan di baxçeyên sergirtî de û got: "Li rex çandina genim em girîngî didin çandina sebzeyan, baqilê soya, garis, dendikên berberojê û hemû projeyan ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda dikin."

Têkildarî dan û standina Rêveberiya Xweser bi cotkarên ku tov, derman û semad jê deyn kirine re, Barûdo ev yek diyar kir ji ber nebaşbûna mewsimê heyî, dê deynên Desteya Çandinî û Aborî yên li ser cotkaran heta mewsimê bê werin derengxistin.“

Barûdo destnîşan kir ku deste dê piştgiriya projeyên cotkaran û pêşkêşkirina hemû pêdiviyên pêwîst ji cotkarên xwedî zeviyên avî re bidomîne. Dê tov, semad, derman û sotemenî ji wan re pêşkêş bike. Ji bo pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê girîngî bide çandina sebzeyan û projeyên baxçeyên sergirtî.

(bx/şx)

ANHA