​​​​​​​Desteya Şaredariyan a Efrînê tedbîrên xweparasatinê ji koronayê zêde dike

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê tedbîrên rêgirtina li ber pêla sêyemîn a vîrusa koronayê li kantona Şehbayê (Covid-19) zêde kirin.

​​​​​​​Desteya Şaredariyan a Efrînê tedbîrên xweparasatinê ji koronayê zêde dike
21 nîsan, 2021   00:39
ŞEHBA - LÎNDA ŞÊX

Piştî belavbûna pêla sêyem a vîrusa koronayê li herêma Şehbayê û rewşa qedexeya derketina derve ya beşî ya 10 rojan ku ji 14'ê Nîsanê ve dest pê kir, Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê tedbîrên xweparastinê li gund û navçeyan zêde kirin.

Desteyê dest bi dezenfektekirina qad, rê û saziyan kir. Her wiha dermanên mêşûmûran direşîne. Ev xebat bi awayekî asayî ji aliyê 6 şaredariyên kantona Şebayê ve têne kirin.

Li gorî biryarên Şaneya Aloziyê, desteyê gelek tedbîr wek girtina sûkan, şopandina madeyên demborî û tedbîrên li xwaringeh û firineyan pêk tîne da ku rê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigire.

Têkildarî wê, Hevserokê Desteya Şaredariyan  a Kantona Şehbayê Mihemed Elo diyar kir ku ji destpêka belavbûna pêla sêyemîn a vîrusa koronayê li herêma Şehbayê ve, wan gelek tedbîr ji bo parastina şêniyan girtine, pêngavên paqijkirin, dezenfektekirin û reşandina dermanên mêşûmûran pêk anîne.

Elo got: "Me bi hemû şaredariyên kantona Şehbayê re koorînde kir da ku rojane çopî kom bikin û veguhêzin, her wiha avê bi rêk û pêk ji şêniyan re peyd bikin."

Elo der barê astengiyên ku di mercên belavbûna koronayê li pêşiya şaredariyan de derdikevin de got: "Em rastî gelek astengiyan tên, wek astengiyên peydakirina madeyên antîspetîk, buhabûn madeyan bi taybet klorê ku ji sûka reş tê kirîn, ji ber ku piraniya madeyên dezenfektekirinê li cem me peyda nabin."

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Şehbayê Mihemed Elo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir da ku bi wan re bibin alîkar û rê li ber belavbûna vîrusa koronayê bigirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q85TNlyrwcA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>