Li Qamişlo di navbera "Dîfaa El-Wetenî" û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket

Li bajarê Qamişlo di navbera "Dîfaa El-Wetenî" û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer rû dide, li gorî agahiyan birîndar hene.

Li Qamişlo di navbera "Dîfaa El-Wetenî" û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket
20 nîsan, 2021   19:20
QAMIŞLO

"Dîfaa El-Wetenî" yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê careke din tevlihevî li bajarê Qamişloyê derxistin û êrişî bendeke kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wehda kirin.

Li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn de şer derket.

Şer bi awayekî dem dem didome. Li gorî agahiyan birîndarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hene, lê heta niha hejmara birîndaran nehatiye zanîn.

ANHA