Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 200 çete li nêzî Tedmurê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li nêzî bajarê Tedmurê ya li naverasta Sûriyê, baregeha perwerdekirina terorîstan hilweşandin, di encamê de derdora 200 çete hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 200 çete li nêzî Tedmurê hatin kuştin
19 nîsan, 2021   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Gerînendeyê Navenda Himêmîm a Lihevhatina aliyên bi nakok ên li Sûriyê û ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Lîwaa yê deryayê Alexander Karpov bi daxuyaniyekê got :"Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, çekdaran li bakurê rojhilatê Tedmûrê baregeheke veşartî ava kirine û komên şerker ava kirine da ku wan bişînin herêmên cuda yên li welêt ji bo ku operasyonan terorî pêk bînin, li gel vê bombeyan destan lê hatin çêkirin."

Karpov da zanîn ku piştî ev agahî ji gelek kanalan piştrast kir, balafirên hêzên hewayî yên Rûsyayê derbeyek pêk anîn û di encamê de baregeh hate hilweşandin, derdora 200 çekdar hatin kuştin û 24 erebeyên reşaşeyên giran rakiribûn, derdora 500 kg ji çepilxaneyan û pêkhateyên çêkirina bombeyên destan têk birin.

(eh)