Li Serêkaniyê tevger û sewqiyetên leşkerî yên çeteyan

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ji ber şerê di navbera çeteyan de tevger û sewqiyetên leşkerî û rewşa awarte hene.

Li Serêkaniyê tevger û sewqiyetên leşkerî yên çeteyan
19 nîsan, 2021   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji bajarê Serêkaniyê, piştî rojekê ji şerê di navbera çeteyên bi navê Sultan Murad û çeteyên Firqet El-Hemzat û El-Şerqiyê de, li kolan û taxên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî rewşa awarte û belavbûna zêde ya komên çeteyan bi tevahî çekan heye ku tê diyarkirin ku amadekariya şerekî dijwar tê kirin.

Li gorî çavkaniyan, agahiyê hene ku çeteyên El-Hemzat û El-Şerqiyê yên piştevaniya xwe yekser ji îstîxbarat dewleta Tirk digirin, hewl didin bi rêya pêkanîna şer çeteyên Sultan Murad ji Serêkaniyê bi derxin.

Li bajarê Serêkaniyê ji duh û heta niha ve, şer di navbera komên çete de heye, tevî wê jî di nava şêniyan de tirs heye û şêniyên ku malên wan nêzî herêmên şer in koçber dibin.

(fr)

ANHA