Malbatên şehîdan: Bombebarankirina mala rêber Ocalan hedefgirtina îradeya gel e

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê teqez kir ku hedefgirtina mala li gundê Elpelûrê yê Kobanê ku rêber Abdullah Ocalan lê mabû, hedefgirtina nirxên gelan û civakên li herêmê ye.

Malbatên şehîdan: Bombebarankirina mala rêber Ocalan hedefgirtina îradeya gel e
18 nîsan, 2021   11:45
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir û tê de bombebarana dewleta Tirk a li ser mala ku rêber Abdullah Ocalan lê maye ya li gundê Elpelûrê yê rojavayê Kobanê, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Peyama dewleta Tirk vê carê tunekirina fikir û felsefeya Rêbertî di kesayeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bi taybet gelê Kurd e. Bombebarana hovane ya li ser mala ku Rêbertî li gundê Elpelûrê yê Kobanê lê maye, hedefgirtina îradeya gelê Kurd e. Ji ber ku ew mal tiştekî manewî ye ji gelê Kurd re.

Dewleta Tirk a dagirker mala ku Rêbertî tê de maye, kir hedef. Ji ber ku ew dizane ku ew mal tiştekî manewî ji gelê Kurd re ye. Ev êriş nirxên gel û civakên herêmê dike hedef.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê berxwedan û pabendiya bi fikir û felsefeya Rêbertî ve û şopandina fikirên wî, teqez dikin. Ji ber wê jî çekên dewleta Tirk ên pêşketî û balafirên wê me natirsînin, ji ber ku em di dibistana Rêbertî de fêr bûne.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji cîhanê û tevahî gelên aştîxwaz re soza xwe nû dikim û em ê şopdarên rêya fikir û felsefeya rêberê neteweya demokratîk bin. Em ê têkoşîna xwe heta azadiya rêber Abdullah Ocalan xurt bikin."

(bx)

ANHA