Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 304 kesên din bi Koronayê ketine û 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Koronayê ketin
18 nîsan, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 8 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa her wiha destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 304 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 185 mêr, 119 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 30

Qamişlo: 80

Dêrik: 35

Dirbêsiyê: 7

Kobanê: 26

Reqa: 53

Tebqa: 54

Minbic: 10

Kampa Holê: 2

Şehba: 7

Mistefa ragihand ku 6 kes baş bûne.

Bi van daneya re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 883 kes bi Koronayê ketine, ji wan 456 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 436 kes baş bûne.

(cx)