Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê nuqteyên hev topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hev ên li gelek bajarokên li gundewarên Idlib û Lazîqiyê, kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê nuqteyên hev topbaran kirin
18 nîsan, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê hêzên hikumeta Şamê deverên li Fetîra, Sifohin, Filêfil û Bênîn ên başûrê Idlibê û derdora Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi dijwarî topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk gelek nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdorê Kensebe ya bakurê Lazîqiyê, topbaran kirine.

Li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.

(cx)