Di navbera Îsraîl û Yewnanistanê de peymanek hate îmzekirin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îro ragihand ku Îsraîl û Yawnanistanê peymaneke parastinê îmze kiriye.

Di navbera Îsraîl û Yewnanistanê de peymanek hate îmzekirin
18 nîsan, 2021   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Jerusalem Post, di çarçoveya peymanê de dê şîrketa Elbit Systems a Îsraîlê  navendeke perwerdeyê ji bo hêzên hewayî yên Yewnanistanê veke.

Li gorî Reutersê jî Elbit Systems diyar kiriye ku dê balafireke nû ya perwerdeyê M-346 bide Yewnanistanê û hêzên hewayî yên Yewnanistanê perwerde bike.

(dx)