Nexweşxaneya COVID-19’an a Hesekê jina 103 salî ji vîrusê Koronayê baş kir

Jineke 103 salî ku bi vîrusa Koronayê ketibû û li Nexweşxaneya COVID-19 a bajarê Hesekê tedawî dibû, baş bû û ji nexweşxaneyê hate derxistin.

Nexweşxaneya COVID-19’an a Hesekê jina 103 salî ji vîrusê Koronayê baş kir
16 nîsan, 2021   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina bi navê Hacer a 103 salî ku bi vîrusa koronayê ketibû, li Nexweşxaneya  COVID-19a bajarê Hesekê di bin çavdêriya Heyva Sor a Kurd de dihat tedawîkirin.

Jina bi teman, 10 rojan tedawî dibû, piştî çêkirina testan diyar bû ku bi temamî ji vîrusa Koronayê baş bûye.

Xebatkarên Nexweşxaneya COVID-19’an bi şahiyekê û çepikên germ jina 103 ji nexweşxaneyê derxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UBBYa_xXgH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>