Şêniyên Qamişlo: Êrişa li ser mala rêbertî îradeya me naşkîne

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kir ku armanca êrişa li dijî mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê bêexlaqî ye û armanca wê derxistina bîranînan ji hişê şêniyên herêmê ye û wiha got: "Fikrê rêbertî di hişê me de ye."

Şêniyên Qamişlo: Êrişa li ser mala rêbertî îradeya me naşkîne
16 nîsan, 2021   23:41
QAMIŞLO –LÎLAV DÊWANÎ

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker  duh di saetên derdora 3`yan ê barbanga sibehê de mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûrê yê Kobanê bombebaran kir. Rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de dema ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bû li wê malê dima.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku êrişa li dijî ‘Mala Rêbertî’ ya li gundê Elpelûrê, destdirêjiya li nirx û qanûnên navneteweyî ye û ji zihniyeteke faşîst tê.

Şêniyên bajarê Qamişlo ev êriş şermezar kir û teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku ev mal bi bîranînên rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

'GELO KIRYARÊN DAGIRKERAN LI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE?'

/kr/uploads/files/2021/04/16/200456_-1.webp

Şêniyê bi navê Hec Hesen Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derqanûnî bi nav kir û got: "Kiryarên ku dagirkeriya Tirk li herêmên me pêk tîne li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ye. Dewleta Tirk li dijî me çewistandinê pêk tîne."

Mehmûd di derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de wiha domand: "Piraniya şêniyên herêmên dagirkirî ji warê xwe hatin koçberkirin û azarên koçberî û xizantiyê dikişînin. Gelo ev kiryar li gorî qanûnên navneteweyî ne, heta ku tu ew dewlet li hemberî wê dengê xwe dernaxin? "

Mehmûd bal kişan ser yekitiya Kurdan û got: "Divê em yekîtiya xwe ava bikin da ku dagirkeran têk bibin."

'EM Jİ FİKİRÊ RÊBERTÎ NE DÛR İN'

/kr/uploads/files/2021/04/16/200526_-1.webp

Şêniyê bi navê Mesûm Omer jî diyar kir ku êrişa li dijî mala ku rêbertî lê dima hewldaneke ji bo îmhakirina bîranînê ye û wiha domand: "Dagirkeriya Tirk dizane ku mal bi bîranênên rêber Abdullah Ocalan dagirtî ye."

Omer îşaret bi xwedîderketina gel li fikirê rêber Abdullah Ocalan kir û got, xwedîderketina gel li fikirê rêber Abdullah Ocalan dê planên dagirkeriyê têk bibe, ev yek dide diyarkirin ku gel ji rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî ne dûr e.

Mesûm Omer di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldaneke ji bo zindîkirina împretoriya osmanî û pêkanîna planên dagirkeriyê ye û wiha domand: "Ev mijar ji berê vê hatiye zanîn, qirkirinên li dijî Ermen, Suryan û Kurdan û koçberkirina bi hezaran kurdan ji gundên wan ên Bakurê Kurdistanê nîşaneya vê yekê ye." Omer siyasetên dewleta Tirk bi " Derexlaqî" bi navê kir.

'Bİ YEKİTÎ Û FELSEFEYA RÊBERTÎ DÊ DAGİRKERÎ TÊK BİÇE'

Omer her wiha got, yekitiya şêniyên herêmê rêya tekane ya xilasiya ji dagirkeriyê û dîtina çareseriyê ji doza Kurd re ye.

/kr/uploads/files/2021/04/16/200550_-1.webp

Elaedîn El-Huseynî jî destnîşan kir ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo derbekirina projeya rêveberiya xweser a ku bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye ye û got: "Dagirkeriya Tirk vê projeyê wekî xeteriyekê ji bo xwe dibîne, nemaze ku ev proje li dewletên cîhanê deng veda."

El-Huseynî anî ziman ku kiryarê dewleta Tirk a li gundê Elpelûr ji bo bêhêvîhiştinê ye û got: "Şêniyên herêmê vê malê wekî roja ku ramanê rêbertî belav dike, dibînin, kiryara hovane ku Tirkiyê pêk anî ye hêviyên me naşkîne."

Elaedîn El-Huseynî got, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bawerî û hêza xwe û bi fikir û felsefeya rêber Ocalan dê dagirkeriyê têk bibin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Fikir û felsefeya rêber Ocalan fikirekî neteweyî ye, ne ji bo azadiya kurdan tenê ye, di heman demê de ji bo azadiya tevahî gelên bindest e."

ANHA