​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2021

​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-04-2021
14 nîsan, 2021   23:00

-Piştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla sêyemîn a vîrusa Koronayê belav bû, Navenda Jiyan a COVID-19’an a li bajarê Qamişlo li hemberî pêlên berê ev yekemîn car e ku pêşwaziya ewqas nexweşan dike û têkildarî mijarê gerînendeyê navendê got rojene rêjeya miriyan rojane zêde dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên Qamişloyê diyar kir ku li pêşiya firinan û li avahiyên giştî hin kes pabendî tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê (Covid-19) nabin û ev yek dê bandoreke neyînî li her kesî bike, her wiha dê pêşîlêgirtina ji vîrusa koronayê zehmettir bike. Di encamê de divê her kes pabendî tedbîrên xweparastinê bin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Cibrayîl Mistefa  banga avakirina komîteyeke bê alî kir, da ku sûcên li Efrînê bişopîne û destnîşan kir ku sûcên ku li bajarê dagirkirî pêk tên asta sûcên şer û dermirovî derbas kirine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ku li kantona Şehbayê dimînin diyar kir ku hêviyan bi hêzên Rûsyayê ve girê nadin û baweriya wan bi hêza xwe ya xweser heye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Endamên Meclisa Jinan a Hecînê diyar kirin ku darizandina Ҫîҫek Kobanê ne qanûnî ye. Her wiha piştgirdayîna xwe ji Ҫîҫek Kobanê û tevahî jinên bindest re piştrast kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Hevserokartiya MSD’ê Merî Şiblî destnîşan kir ku nakokiya di navbera Rûsya û NATO’yê de dê bandorê li herêmên di bin serweriya Tirkiyê-Rûsya de bike, bi taybet Idlib û dewleta Tirk vê nakokiyê ji bo ku hin tawîzan ji rojavayan de wergire bi kar tîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedarên Kurd got Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd ji tunekirinê rizgar kir û di heman demê de îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşînê kir da ku tecrîdê rakin û rêbertî serbest were berdan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku vekişîna hêzên Rûsyayê bi vî rengî gelek caran çêdibin ku ev qismî û lokal in û got “Rûsya tu carî nade ber çavan ku bi temamî ji herêmê vekişe. Hewl dide hêzên xwe li herêmê zêdetir bike. Bi van nêzîkatiyan bi rêya şantaj û zextên wiha hewl didin tawîzan bigirin.”(BI DÎMEN Û WÊNE)

DOSYA

- Di gera dawîn a “diyaloga stratejîk” navber Bexda û Washingtonê de, careke din behsa çarenûsa hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hate kirin. Wê yekê li ser siyaseta Washingtonê ya li Iraqê û niyetên wê yên vekişînê bi xwe re gelek pirs derxist holê.(BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Koçberekî efrînî ku li Şehbayê dimîne çavdêriya projeyeke biçûk a çandiniyê dike, da ku şitilên daran û nebatên xemlê biçîne, çanda çandiniyê di nav gel de xurt bike û debara malbata xwe jî dabîn bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama rêveber a Nexweşxaneya Şehîd Xebat got wan navendeke taybet ji bo testa vîrusa koronayê vekiriye û bang li şêniyan kir ku girtekên qedexeya derketina derve û tedbîrên xweparastinê pêk bînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA