El-Menfî: Divê tevahî milîs ji Lîbyayê bi der kevin

Serokê Meclisa Serokatiya Lîbyayê ya nû Mihemed El-Menfî bi rêya serdana xwe ji Yewnanistanê re piştrast kir ku ew kedê didin ku tevahî milîsên biyanî ji welat bi der kevin.

El-Menfî: Divê tevahî milîs ji Lîbyayê bi der kevin
14 nîsan, 2021   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Menfî di hevdîtina bi serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis wiha got: "Em ê tevahî kedan bidin, da ku serwerî û serxwebûna Lîbyayê misoger bike, ew jî divê tevahî milîs ji welat bi der kevin."

Mihemed El-Menfî da zanîn ku wan nîqaş der barê mijarê de kirine, da ku milîsan ji welat bi derxin.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis soz da Mihemed El-Menfî ku dê piştgiriya jinûveavakirina Lîbyayê bikin û eşkere kir ku merca sereke ya çareya siyasî li welat ew e ku tevahî hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê bi der kevin.

(fr)