Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Sersala Êzidî li tevahî êzidiyan pîroz kir û bang li NY’yê kir ku ew wek rxistineke cîhanê ya girîngiyê dide mafên kêmneteweyan û gelan bi giştî, parastina êzidiyan ji komployên li dijî wan bike.

Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir
13 nîsan, 2021   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Mala Êzidî ya herêma Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya hatina Sersala Êzidî, Çarşema Sor, em vê boneyê li tevahî gelê xwe pîroz dikin û banga li xweda dikin ku bi xêr, tenduristî û ewlehî di ser me re derbas bibe û bibe cejneke hezkriin û aştî ji tevahî gelên li ser vê xakê re.

Divê em Şengalê, xaka kal û mezinên me ye bi bîr bînin û azarên xwe ku bi hewldana qirkirinê tê re derbas bûye bi bîr bînin.

Tişta niha li Şengalê li pêş çavên cîhanê dibe, mezin e bi taybet heta niha NY’yê ku bûyera li dijî êzidiyên li Şengalê pêk hatiye wek jînosîd ranegihandiye û divê qanûna navneteweyî biryarekê di vê derbarê de bide.

Her wiha azarên Şengalê bi sedema peymana ku di navbera hikumeta Bexda û hikumeta Başûrê Kurdistanê de li dijî wê hate îmzekirin de berdewam e. Ji ber ev her du hikumet dixwazin Şengal radestî biryarên wan bibe.

Ji ber vê yekê, em bi vê boneya Çarşema Sor şêniyên xwe yên Şengalê pîroz dikin û hêvî dikin bi xêr û serkeftin li wan vegere û bang li civaka navneteweyî dikin ku bibe piştgir û piştevanê şêniyên Şengalê di azarên wê de ."

(fr)

ANHA