PYDʹê çarşema sor li êzidiyan pîroz kir

Meclisa Giştî ya PYD’ê Çarşema Sor li êzidiyan û tevahî gelên ‎herêmê pîroz kir û ev cejin wek vejîna nasnemaya dîrokî û çandî ya ku dijminên mirovahiyê ‎hewl dan ku tune bikin, hesiband.‎

PYDʹê çarşema sor li êzidiyan pîroz kir
13 nîsan, 2021   19:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vê bonayê Meclisa Giştî ya Partıya Yekitiya Demokrat  (PYD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

ʹʹBi boneya sersala êzîdiyan a ku dikeve çarşema yekemîn ji meha Nîsanê li tevahî gelê kurd ‎û êzîdiyan pîroz dikin.‎

Ev boneyên dîrokî wek dewlemendiyeke çandî û dîrokî ya civakên Bakur û Rojhilata Sûriyê ‎û tevahî gelên Mezopotamyayê ye û hevkariya rastîn a di navbera pêkhateyên gelê me de diyar ‎dike.‎

Çarşema Sor wateyên dîrokî yên kûr ên kurdên êzîdî dihewîne û nasnameya çandî û olî nîşan ‎dide.‎

Em vê boneyê li pêkhateya êzîdî û tevahî gelan pîroz dikin û ev cejin wek vejîna ‎nasnemeya dîrokî û çandî ya ku dijminên mirovahiyê hewl dan li seranserî dîrokê tune ‎bikin.‎

Em hêvî dikin ku gelên ku vê cejinê pîroz dikin bi tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsa Koronayê û bi ‎biryara qedexeya derketina derve pabend bin.‎

Her sal ev cejn li civaka me ya êzîdî û tevahî pêkhateyên herêmê pîroz be.‎

(dm)

ANHA