​​​​​​​Li asîmana Şehba û navçeyên Efrînê balafirên keşfê yên nenas digerin

Di van kêliyan de li asîmana herêmên Şehba, gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên kantona Efrînê balafirên keşfê yên nenas digerin.

​​​​​​​Li asîmana Şehba û navçeyên Efrînê balafirên keşfê yên nenas digerin
13 nîsan, 2021   19:04
NAVENDA NÛÇEYA

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, di van kêliyan de li asîmana kantona Şehbayê û navçeyên Şêrawa û Şera yên kantona Efrînê balafirên keşfê yên nenas digerin.

Gera balafirên keşfê yên nenas, piştî xistina droneke girêdayî artêşa Tirk a dagiker li gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê di vê êvarê de, pêk hat.

(fr)

ANHA