Panorama hefteyê: Mercên Ewropayê ji Şamê re û Misir danûstandinên bi Tirkiyê re rawestandin

Ji bo pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê re, dewletên Ewropayê merc danîn ku divê hikumeta Şamê pêngavên aştiyane yên rasteqîn biavêje, li aliyekî din jî danûstandinên bendava Nehdayê bi bin ketin, her wiha Misirê danûstandina bi dewleta Tirk re rawestandin.

Panorama hefteyê: Mercên Ewropayê ji Şamê re û Misir danûstandinên bi Tirkiyê re rawestandin
11 nîsan, 2021   04:17
NAVENDA NÛÇEYTAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî, besha hewldanên hikumeta Şamê yên normalîzekirina têkiliyan bi Ewropayê re, binketina danûstandinên bendava Nedayê û rawestandina danûstandinên mirisî-tirkî, kir.

DIYALOGEK NE YEKSER DI NABERA ŞAMÊ Û BRUKSELÊ DE TÊKILDARÎ ŞERÊN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de behsa dan û standinên ne yekser di navbera Şamê û welatên Ewropayê de kir û wiha nivîsî: “Wezîrên karên derve yên gelek welatên Ewropayê bersiva nameyeke ne eşkere ya wezîrê karên derve ya Sûriyê Feysal Miqdad nedan. Di nameyê de Şamê daxwaza destpêkirina diyalogê kir.

Lê belê berpirsê kar û barên ewlehiyê û karên derve di Yekitiya Ewropayê (YE) de Joseph Borrell bersivek ne yekser da û wiha got: “Heke hikumeta Sûriyê gavên rast di rêgeha rast de avêt, em ê hemû bersivê bidin da ku em bigihêjin ‘Sûriya nû’. Heta ku xebatên derbasbûna qonaxa çareseriya siyasî li Sûriyê pêk neyên, dê ferzkirina cezayên aborî dewam bike, normalîzekirina têkiliyan li ser tu astan wê pêk neyê û em ê piştigriyê nedin xebatên jinûve avakirinê.” Ev bersiva Joseph Borrell û yekbûna helwesta welatên Ewropayê hişt ku El-Miqdad bi hêsanî carek din banga diyalogê li welatên Ewropayê neke.”

DAN Û STANDINÊN BENDAVA NEHDAYÊ CAREK DIN TÊN ASTENKIRIN

Têkildarî astengkriina dan û standinên bendava Nehdayê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Hewldanek din a gihaştina çareseriyekê di dosyaya bendava Nehdayê de ya di navbera Misir û Sûdan ji aliyekî ve û Etyopya ji aliyekî din ve, bi binket. Duh, Wezareta Karên Derve ya Misirê got gera nû ya dan û standinên bi Etyopya û Sûdanê re li Kînşasayê roja 4 û 5`ê Nîsanê hatiye lidarxistin, bê encam bi dawî bû.

Sûdanê û Misirê li ser wê yekê li hev kirin ku li kêleka navbeynkarên Yekitiya Afrîkayê yên heyî, Yekitiya Ewropa, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî jî beşdarî dan û standinan bikin. Misirê got ku Etyopyayê ev pêşniyar û pêşniyarên din ên têkildarî berdewamkirina dan û standinan, red kiriye.”

 ‘VEGERANDINA TÊKILIYÊN MISIR Û TIRKIYÊ, LI ÇETE Û ÎXWANAN ALIQÎ’

Girêdayî dan û standinên di navbera Misir û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dan û standinên di navera Qahîre û Enqere, bi awayekî baş dewam nakin. Ji ber ku Misir bi pêkanîna şertan ji aliyê dewleta Tirk ve û di serî de vekişandina çeteyan ji Lîbyayê û radestkirina hin rêveberên Îxwanan ji dozgeriya Misirê re, bi guman e. Tê gotin ku dan û standin hatine rawestandin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku di demekê de ku Qahîre li hêviya vekişandina dewleta Tirk ji çeteyên Sûriyê ji rojavayê Lîbyayê ye, dewleta Tirk beşeke nû ji çeteyan ku ji 380 leşkerî pêk tê, di nava çend rojên borî de ber bi Lîbyayê ve şand.”