Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêwîstiyek bû

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên Dêrazorê diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dabûn destpêkirin pêwîstiyek bû û dê encamên wê li ser tevahî herêmê erênî bin.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê: Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêwîstiyek bû
11 nîsan, 2021   03:01
DÊRAZOR

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD’ê li hundirê kampa Holê di Adara borî de dabû destpêkirin, ji mezintirîn hemleyên ku li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine belavkirin, bû. Ji ber şaneyên DAIŞ’ê bi dehan êrişên terorî û sekvaniyê li dijî kesayetên siyasî, eşîrî û jinan pêk anî. Her wiha ji ber ku sûcên çeteyan di hundirê kampê de derketin û bi dehan kes li kampê bi taybet ji iraqiyan hatin kuştin, ev operasyon hat lidarxistin.

Têkildarî mijarê, rûspiyê eşîra El-Şiêtat a li bajarokê Xeranîc ê rojhilatê Dêrazorê Sabit El-Hemad got piştî ku sûcên çeteyan di vê dawiyê de li herêmê zêde bûn, ev operasyon pêwîstiyeke girîng bû.

/kr/uploads/files/2021/04/10/191807_-.webp

Sabit El-Hemad diyar kir ku xeteriya DAIŞ’ê bi dawî nebûye, gelek alî hene ku girêdayî berjewendiyên cuda ne û hewl didin aramiya herêmê bi hemû rê û rêbazan xerab bikin. Ji lew re dê ev hemle bandoreke erênî li herêmê bike, bi taybet piştî ku serçete di vê hemleyê de hatin girtin.

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El-Seeb a li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê, Mihemed Şerîf da zanîn ku gelek aliyên din ji bilî DAIŞ’ê hene, hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, ji aliyekî ve hikumeta Şamê, Rûsya û Îran hewl didin tevlîheviyan derxin û ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk û çeteyên wê.

/kr/uploads/files/2021/04/10/191816_-.webp

Mihemed Şerîf li dawiyê got divê hemeleyên ewlehiyê yên mîna vê dem bi dem berdewam bikin, da ku her kesê hewl bide aramiya herêmê tevlihev bike û êrişan pêk bîne, werin tunekirin.

(fr)

ANHA