Sûdan xwe ji her çalakiyek yekalî ya Etiyopyayê re amade dike

Wezareta Avdanê û Jêderên avê ya Sûdan raghihand ku ji ber îhtîmal e ku Etiyopyayê qonaxa duyemîn a pêvajoya dagirtina Bendava Nehdayê bide destpêkirin, wê biryar daye ku rêjeyek mezin a avê di depoyê de bihêle.

Sûdan xwe ji her çalakiyek yekalî ya Etiyopyayê re amade dike
10 nîsan, 2021   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêveberiyê Gerînendeya Depoyan a Sûdan Mûtesem El-Ewed got, rêveberiya wê piştî bidawîbûna valakirina depoyan dê 600 mîlyon mîtrekabik di depoya li Cebel Ewliya Bihêle de bihêle.

Her wiha destnîşan kir ku ev tedbîr di çarçoveya misogerkirina domandina karê stasyonên Telembat ê li Nîla Spî û Nîlê Sereke de pêk tê da ku pêwîstiya av û çandniniyê bi cih bîne û got, di heman demê de ev tedbîr ku ji aliyê wan vê tê girtin, ji ber îhtîmala ku Etiyopyayê di Tîrmeha bê qonaxa duyemîn a pêvajoya dagirtina Bendava Nehdayê bide destpêkirin.

Mûtesem El-Ewed ragihand ku valakirina depoya Cebel Ewliya  li şûna 21'ê Adarê heta 1'ê Nîsanê hate derengxistin û dê 600 mîlyon mîtrekabik av bihêle da ku bandore li stasyonên Telebat ê li Nîla Spî û beşê Nîla Sereke neke.

El-Ewed diyar kir ku rojane di navbera 60 heta 70 mîlyon mîterekabil av rojane ji Nîlê Spî dihat derxistinlê îsal gihişt hezar mîyon mîtrekabik rojane, sedema vê yekê rêjeya ava baranê li gola Vîctoriya.

El-Ewed destnîşan kir ku Wezareta Avdanê li gorî lêkolînên teknîkî, ji bo guhertina polîtîkaya xebitandina depoyan di salê de xebitî da ku "bandorên bendewariyê yên Bendava Nehdayê pêk bîne."

Ev yek di demekê de ku danûstandinên dawî yên li Kinshasa, Komara Kongo ya Demokrat bin bin ketin pêk hatin.