Hisên El-Şêx: Kilîta çareseriya krîza Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye

Endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Şêx piştrast kir ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya tevlêkirina pêkhate û hêzên Sûriyê di diyalogê de çareser dibe. Da ku bi hev re çareseriyeke bingehîn peyda bikin ku mafên pêkhate û çînan hemû misoger bike.

Hisên El-Şêx: Kilîta çareseriya krîza Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
10 nîsan, 2021   01:43
KOBANÊ-MEYSAA EKARÎ

Axaftina li ser çareseriya aloziya Sûriyê li gel hewldanên hêzên navneteweyî û herêmî ji bo pêkanîna berjewendî û ajanediyên xwe li herêmê bi rêya Sûriyê, berdewam in.

Ji ber aloziyê bi sed hezaran kes mirin, piraniya bajarên mezin wêran bûn û bi milyonan kes bûn penaber û koçber.

Têkildarî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Firatê û endamê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên El-Şêx wiha axivî: “Aloziya Sûriyê, destpêkê serhildanek aştiyane bû. Piştre veguherî aloziyeke çekdarî û zemîn ji bo derbasbûna lîstikvanên navneteweyî hat amadekirin. Rê li pêşiya wan hat vekirin ku axa Sûriyê dagir bikin, mîna dewleta Tirk a dagirker ku herêmên bakurê Sûriyê dagir kirine. Ev hemû bû sedem ku alozî girêktir bibe û çareserkirin zehmet be.”

El-Şêx destnîşan kir ku projeya ku gelê Sûriyê wê armanc dike, projeya Rêveberiya Xweser e ku ji meclis û saziyan ava bûye û gel bi rêya wê xwe bi xwe rê ve dibe. Ev dê destpêka çareserkirina aloziya Sûriyê be.

El-Şêx piştrast kir ku aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî çareser dibe, kilîta wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku hemû pêkhateyan hemêz dike mîna Çerkez, Ereb, Kurd, Suryan û Turkmen.

El-Şêx wiha domand: “Çareserî tenê li Sûriyê û bi rêya tevlêkirina hemû hêzên li ser erdê û tevlêkirina hemû pêkhateyan bê dûrxistina çînekê yan jî pêkhateyekê yan jî olekê di diyalogê de pêkan e. Da ku alozî ji kokê ve çareser bibe.”

Di dawiyê de El-Şêx diyar kir ku wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew bi hêvî ne ku rêveberiyeke nenavendî, demokratîk di pêşerojê de were avakirin bi şêwazekê ku hêvî, xewn û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne.

(şx)

ANHA