'Dewleta Tirk çemê Firatê weke fişareke siyasî li dijî herêmê bikar tîne'

Dewleta Tirk a dagirker bi kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê şerê gelê Sûriyê dike, di encama wê de kehrebe bi saetên dirêj li ser herêmê qut dibe, bandoreke neyînî li çandiniyê dike û buheyên sebzeyan di sûkan de bilind dibe.

'Dewleta Tirk çemê Firatê weke fişareke siyasî li dijî herêmê bikar tîne'
9 nîsan, 2021   02:59
MINBIC

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê ji zêdetirî du mehan ve bandoreke neyînî li qada çandiniyê dike ku berhemên wê pêwîstiyên sûkên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta astekê bi cih dianî. Ji ber ku gelek cotkaran di avdana zeviyên xwe de xwe dispartin ava çemê Firatê, her wiha xwespartina ji kehrebeyê re ku ji ber kêmbûna rêjeya avê saetên wê jî kêm bûne.

Dewleta Tirk di 27`ê Çileyê borî de dest bi kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê kir û ji ber wê jî rêjeya ava çemê Firatê ku derbasî xaka Sûriyê dibe, kêm bûye.

Têkildarî mijarê endazyarê çandiniyê Mehmûd El-Îsa diyar kir ku kêmkirina rêjeya avê ji aliyê dewleta Tirk ve bandoreke neyînî li çandiniya li herêmên Firatê kir ku  çavkaniya sereke ya başkirin û pêşxistina asta çandiniyê ye.

Mehmûd El-Îsa wiha domand: "Kêmbûna avê bandoreke neyînî li rûbera çandiniyê kir ku dihat texmînkirin ku wê berhemên baş bidaya û têra sûkên herêmî bikira. Lê ji ber wê jî buhayên sebzeyan di sûkan de bilind bûye bi taybet di demê de hikûmeta Şamê jî dergeh girtine."

Mehmûd El-Îsa destnîşan kir ku kêmbûna rêjeya ava çem bû sedem ku lêçûnên cotkaran zêdetir bibe û wiha domomand: "Ji wan lêçûnan dabînkirina pêwîstiyên çandiniyê weke dirêjkirina boriyên avdanê, zêdekirina bikaranîna sotemeniyê ji ber qutbûna kehrebeyê ku girêdayî rêjeya avê ye. Bi taybet li gundewarên li ser qiraxa çemê Firatê ku damara sereke ya hemû çandiniyên herêmê yên havînê û yên zivistanê ye."

Her wiha Hevseroka Saziya Kehrebeyê ya Minbicê Meha Hac Elî wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk ew e ku zuhabûnek li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe. Ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk avê ji ser xaka Sûriyê qut dike, dema bilindbûna pileya germê ku xwestek li ser avê zêde dibû jî av qut dikir."

Meha Hac Elî wiha pê de çû: "Xwestaka li ser avê ji bo çêkirina kehrebyê zêde dibe. Zehmetiyên şêniyan ji ber kêmbûna saetên kehrebeyê zêde dibin, beriya rêjeya avê kêm bibe herî kêm 10 saetan dihat dayîn, niha bûye nêzî 3 saetan. Bi kêmbûna rêjeya avê re derfeta çêkirina kehrebeyê jî kêm bûye."

Meha Hac Elî teqez kir ku dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firatê re "şerê avê" li dijî gelê Sûriyê radighîne, bi vê yekê dewleta Tirk hemû lihevkirin û hevpeyman bi taybet lihevkirina sala 1987`an a di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ku ava çemê Firatê parve bikin û di her xuleyekê de 500 m3 av bide Sûriyê, binpê dike.

Meha Hac Elî di dawiya axaftina xwe de got:"Dewleta Tirk gelek caran çemê Firatê weke zexta siyasî bikar tîne, da ku berjewendiyên xwe yên siyasî li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bîne, nemaze ku çemê Firatê ji 3 bajarên sereke yên Sûriyê (Minbic, Reqa û Dêrazor) xwedî stratîjîke, her sê bajar li herêmên bakurê Sûriyê xwedî giraniyeke ne û xwediya pêwîstiya mezin di bikaranîna ava Firatê de ji bo çandinî û çêkirina kehrebeyê ye."

(bx)

ANHA