Berxwedana şêniyên Efrîn û Şehbayê li hember êrişên dijwar ên Tirkiyê berdewam e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh êvarî ve û heta vê kêliyê  gundên navçeya Şêrewa, Şera û kantona Şehbayê bi zêdetirî 500 moşekan topbaran dikin. Têkildarî  mijarê welatiyan diyar  kir  ku topbarana artêşa  Tirk dê vîna wan têk nebe û berxwedana wan dê heta rizgarkirina Efrînê berdewam bike.

8 nîsan, 2021   15:52
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî şevekê ji topbarankirina bêserûber a li dijî sivîlan îro dîsa bi dehan topên moşekan avêtin gundên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê. 

Duh artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Aqîbê, Soxanakê, Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawayê kir û herî zêde jî gundê Aqîbê hate topbarankirin. Di encmê de zirarên madî gihaştin malên sivîlan.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê êrişî gundên Merenaz, Şewarxa û Alqemiyê yên girêdayî navçeya Şera û gundên navçeya Til Rifet, Dêrcemal, Şêx Hîlal û Teana yên girêdayî katnoan Şehbayê kir.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QPyngCHwFtQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê dema nêrînên welatiyan li ser vê yekê hatin girtin û rewşa gundê Aqîbê ji nêz ve hate şopandin, careke din artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 50 topban derdora gundê Aqîbê û gundê Bênê kir armanc.

Girêdayî vê yekê welatiyê bi navê Yunis Utiş ji koçberên Efrînê û li gundê Aqîbê dimîne got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya 3 salan ve êrişî me dikin, ji duh bi şev û heta vê kêliya ku ez tê de diaxivim rasterast me dikin armanc û topbarana li dijî gund berdewam dike."

Utiş ev yek li gotina xwe zêde kir: "Hema bêje rojane sûc pêk tên, lê ji duh bi şev û heta vê kêliyê ve dagirker sivîlan zêdetir dikin armanc û heta niha zêdetirî 500 moşekan avêtine."

Meryem Ehemed a ji gundê Aqîbê jî axivî û diyar kir ku artêşa  Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh bi şev ve mala wan bi zêdetirî 11 topban kir armanc, ev top li derdora malê  ketin û zirareke mezin gihand wan, ji ber ku ev dijwartirîn topbaran bû, lê zirar negihîşt tu kesî.

Meryem Ehmed da zanîn ku ev ne cara yekemîn e ku artêşa Tirk a dagirker gund dike armanc, armanca wî ya tekane ew e ku welatî ji gund derkevin û wekî Efrînê dagir bike.

Welatiyê bi navê Îsmaîl Mihemed ê ji koçberên Efrînê ev pirs kir: "Çima artêşa Tirk û çeteyên xwe rasterast gundên ku sivîl lê hene dikin armanc û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê yekê bê deng in?"

Mihemed ev yek li  gotina xwe zêde kir: "Artêşa Tirk bi  koçberkirina me ya ji Efrînê bes nekir, lê belê hewl dide me ji gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê jî koçber bike, da ku herêmê dagir bike."

Îsmaîl Mihemed di  dawiya gotina xwe de got: "Berxwedana wan a li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dike û em ê heta rizgarkirina Efrînê asta berxwedana xwe bilind bikin. Artêşa Tirk bi rêya topbarankirina gundên ku sivîl lê hene da ku gund vala bike, nikare vîna me têk bibe, çi bikin jî em dev ji berxwedana xwe bernedin."

Li kêleka topbaranan balafirên keşfê yên dewleta Tirk û balafirên şer ên Rûsyayê digerîn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jk93GHnPADo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>