Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên heyî, ji alavên tenduristî yan jî dermanên guncaw, tedbîrên xweparastina ji vîrusa Koronayê girtin. Ew yek jî piştî pêla sêyemîn a vîrusê li cîhanê belav bû, pêk hat.

Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
Li Minbicê pêketiyên vîrusa Koronayê zêde dibin
8 nîsan, 2021   14:27
MINBIC

Piştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên bi vîrusa Koronayê dikevin zêde bûn û qedexeya çûn û hatina giştî û beşî ji bo parastina şêniyan hate ferzkirin, komîteya tenduristiyê ya Mınbicê hin amadekariyên guncaw ji bo pêketiyên di hundirê navenda kartînayê ya li aliyên rojavayê bajêr de pêk anîn.

Girêdayî mijarê, Zabîteya Tenduristiyê ya Minbicê Reşa Şeiranî diyar kir ku li Minbic û gundewarên wê ji 3 rojan ve qedexeya beşî heye, lê heta niha şênî pabendî tedbîran nabin, maskan li xwe nakin û dûr hev nakevin. Bi wê re jî hejmara pêketiyan li bajêr zêde dibin.

Reşa Şeiranî berdewam kir ku ji 1’ê Çileya îsal ve navenda karantînayê ya li herêma Şerî 102 kesên bi vîrusa Koronayê ketine pêşwaz kirin, ji wan 30 kes derbasî beşa baldariya giştî bûn, 16 mirin û 14 jî baş bûn.

Reşa Şeiranî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ev pêla sêyemîn a pandemiya vîrusa Koronayê ya herî xetere ye, ji lew re divê şênî baldar bin û pabendî tedbîrên xweparastina xwe û civakê bibin û ji bilî rewşên awarte ji mal bi der nekevin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tmS4HHYnS6o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>