​​​​​​​Li Idlibê mayînek bi karwanekî leşkerên dewleta Tirk ve teqiya

Dema ku kerwanekî leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker di navbera herêmên El-Bare û Ihsim ên Cebal El-Zawiyê ya başûrê Idlibê de derbas dibû, mayînek teqiya.

​​​​​​​Li Idlibê mayînek bi karwanekî leşkerên dewleta Tirk ve teqiya
8 nîsan, 2021   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanê leşkerî yê dewleta Tirk ji 10 panzêran pêk tê, îro di deriyê Keferlûsîn a sînorî bi Lîwa Îskenderon a bakurê Idlibê re derbas bû.

SOHR'ê diyar kir ku dem karwan gihaşt rêya di navbera herêmên El-Bare û Ihsim ên çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê, mayîna ku li ser rê hatibû danîn teqiya, lê tu windahiyên canî çênebûn.

SOHR'ê di 23'ê Adarê de destnîşan kiribû ku di dema derbasbûna karwanek leşkerî ya dewleta Tirk li gundewarên parêzgeha Idlibê mayînek li ser rêya El-Mestome teqiya, di encamê de gelek ziyanên madî çêbûn.

SOHR'ê di 15'ê Adarê de ragihand ku di encama teqîna mayînekê de ku depoya avê ya hêzên dewleta Tirk li derdora bajarê Idlibê kire armanc, du leşkerên Tirk birîndar bûn û depoya avê şawitî.

(dx)