Dagirkeriya Tirk 5 baregehên li derdora Eyn Îsayê bi hev ve girê dide

Dagirkeriya Tirk baregehên xwe yên li herêmê bi hev ve gire dide û xurtkirina hêza xwe li bakurê rêya M4 didomîne. Dewleta Tirk a dagirker çêkirina bendên axê li derdora bajarokê Eyn Îsayê didomîne.

Dagirkeriya Tirk 5 baregehên li derdora Eyn Îsayê bi hev ve girê dide
8 nîsan, 2021   07:31
 EYN ÎSA

Ji Mijdara sala borî ve artêşa Tirk a dagirker li derdora bajarokê Eyn Îsayê bi taybetî li hemberî gundên Xalîdiyê, Mielek, Hoşan, El-Mişêrfê û Seyda yên li ser rêya M4 ku digihêje kantona Kobanê, 5 baregehên leşkerî ava kirin. Di encama topbarana dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wê de, şêniyên wan gundan koçber bûn.

Ajansa me îro (pêncşemê) danîna bendên axê li hemberî rêya M4 bi dirêjahiya 6 km li hundirê herêmên dagirkirî şopand, ku gundê Xerbet Yûsif El-Dêb digihîne gundê Teyne yê rojavayê Eyn Îsayê, her wiha derdora gundê Seyda digihîne gundê Xafiye (bi dirêjahiya 3 km li rojhilatê bajarok).

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide wan baregehên leşkerî bi hev ve girê bide û bajarokê Eyn Îsayê bixe dorpêçê. Her wiha bi rêya kolandina xendekan û danîna bendên axê yên bilind, hewl dide bakurê rêya M4 ji başûrê rê qut bike.

Dagirkeriya Tirk bi awayekî domdar sewqiyatên leşkerî û di nav de çekên giran li baregehên leşkerî pêk tîne. Her wiha li ser baregehan kamerayên çavdêriyê û radarên li dijî balafirên keşfê danîne û li dora wan bendên axê çêkirine.

Ji wan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker, bi dehan caran çete derbasî gundên li nêzî bajarokê Eyn Îsayê bûn. Her wiha di encama topbarana ji wan baregehan li dijî navçeya Eyn Îsayê de, 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 sivîl birîndar bûn.

(cx)

ANHA