Qedexeya giştî li 3 bajaran dest pê kir.. şênî li gorî biryarê tevdigerin

Biryara qedexeya giştî li bajarê Qamişlo, Hesekê û Reqayê dest pê kir, şênî jî li gorî biryarê tev digerin û sûk bi temamî hatiye girtin.

Qedexeya giştî li 3 bajaran dest pê kir.. şênî li gorî biryarê tevdigerin
6 nîsan, 2021   06:26
NAVENDA NÛÇEYA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3`ê Nîsanê girêdayî rewşa vîrusa korona li herêmê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser ji bo pêşîgirtina li vîrusa korona di daxuyaniya xwe de biryara qedexeya giştî li bajarê Qamişlo, Hesekê û Reqayê ragihand û ji bo herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî qedexeya beşî ragihand.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/04/06/062701_.jpg

Li gorî serjimêriya desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 10 hezar û 813 kes bi Koronayê ketine ji wan 396 kes mirine û hezar û 334 kes jî baş bûne.

Tê payîn ku biryara qedexeyê heta 12`ê Nîsanê dewam bike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nSoGhhCSuVk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>