Li kampa Holê 3 çeteyên din hatin girtin

Yekîneyên Antî-Teror 3 çeteyên ku agahî ji bo şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê re kom dikirin, girtin. Xebatên lêgerîna li çeteyên din ku li kampê xwe veşartiye, dewam dikin.

Li kampa Holê 3 çeteyên din hatin girtin
5 nîsan, 2021   07:31
HESEKÊ

Operasyonên taybet ên Yekîneyên  Antî-Teror (YAT) li kampa Holê (45 km li rojhilatê bajarê Hesekê) li gorî agahiyên ku ji çeteyên di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hatine girtin, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn roja înê piştî 5 rojan ji xebatên lêgerîn, kontrolkirin û tesbîtkirina belgeyên şêniyên kampa Holê, qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî QSD, YPG/YPJ`ê di 28`ê Adarê de li kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin.

Yekîneyên  Antî-Teror (YAT) îro di saetên berbangê de bi ser 7 komên konan ên li beşa 5`an a taybet bi koçberên Sûriyê de girt. Yekîneyan di heman demê de du operasyonên cuda li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin girtin.

Li gorî berpirsên ewlehiyê yên li kampê, her sê çeteyên hatine girtin, çavkaniyên agahiyan ên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê bûn, erka wan komkirina agahiyên li ser aliyên ewlehiyê li kampê û tevgerên wan, her wiha tevgerên malbatên DAIŞ`î yên ji Sûriyê bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn roja înê bi operasyonên taybet 17 çete girtibûn ku di nav de çeteyên ku bûyerên kuştinê pêk dianîn, jineke ku çek di navbera endamên şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê de vediguhastin û berpirsên din ku fikrên DAIŞ`ê yên tundraw belav dikirin, hebûn.

Li gorî berpirsên ewlehiyê, operasyonên li kampê dewam dikin. Nexasim piştî ku hejmareke çeteyan ji tirsa operasyonên taybet ku Yekîneyên  Antî-Teror û hêzên ewlekariyê li gorî mikurhatinên çeteyan li dar dixin, di beşên kampê de xwe veşartin.

Hêjayî gotinê ye ku kampa Holê ji xeternaktirîn cihên li cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriye, Iraq û çeteyên biyanî lê dimînin. Her wiha jinên DAIŞ`î hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û bûyerên kuştin, serjêkirin û belavkirina fikrên tundraw pêk tînin.

(cx)

ANHA