ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-04-2021
4 nîsan, 2021   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan şahiyekê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Azadiya Rêbertî civînekê ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li Hola Elwan a herêma Şiqêf li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Reqayê cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sîham Reqa li goristana herêma Kerama ya rojhilatê bajarê oxir dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Desteya Aborî ya Herêma Efrînê Îmad Dawûd destnîşan kir ku armanca dorpêça hikumeta Şamê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku gel û Rêveberiya Xweser bixe bin bandora xwe û ev yek li gorî plana hevbeş a dewleta Tirk û hikumeta Şamê ya bi serkêşiya Rûsyayê pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamê pêngava ku beriya hefteyekê dabû destpêkirin eşkere dike. Pêngav ji bo zext li CPT'ê were kirin da ku erka xwe ya li hemberî tecrîda li rêber Abdullah Ocalan bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji fermandarên YAT'ê Deniz Çiya diyar kir ku operasyona li Holê li ser agahiyên girtiyên di pêngava yekemîn a Operaysona Mirovî û Ewlehiyê de dane, berdewam e, her wiha destnîşan kir ku  ew ê bidawîkirina bandora şaneyan bidomînin heta ku şaneyên din bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan Yekitiya Jinên Ciwan meşekê li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û lêkolînera Kurd a li Başûrê Kurdistanê Sirûşt Helebçe diyar kir ku idîayên nebaşiya rewşa tenduristiyê rêber Abdullah Ocalan ku di her demekê de belav dibin ji bo tirsandina gel û banga hişyarbûna ji siyasetên dewleta Tirk kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Nirxê lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî bi taybet li hember dolar dadikeve. Bi her daketina nirxa lîreya Sûriyê re bihayên madeyên xwarinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bilind dibin. Lê ev biha heta nirxê lîreya Sûriyê baş dibe jî sabît dimîne. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Aloziya aboriya Lubnanê ku bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan kiriye, didome. Binketina lîreyê Lubnanê û bilindbûna nirxên kel û pelan, barê welatiyan her ku diçe girantir dike. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê şaniyekê li dar dixe û dar li parka rêber Apo diçîne, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn bi dawî dibe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama komîteya biryardayînê ya Mîhrîcana Yekta Herekol daxuyand ku komîte dê lîstikên serkeftî li gorî pîvanên hunerî hilbijêre ku divê navarok zelal be û peyameke ku rewşa li ser erdê temsîl dike, tê de hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji zaroktiya xwe ve ji bavê xwe fêrî çêkirina dergûşan bû, tiliyên wî behreya wî re çûn, lê tevî vê yekê dergûşên cuda cuda û bi pîvanên cihêwaz jî çêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dibistanekê li taxa Meşleb vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA