​​​​​​​Siruşt Helebçe: Armanca idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan tirsandina gel e

Nivîskar û lêkolînera Kurd a li Başûrê Kurdistanê Siruşt Helebçe diyar kir ku idîayên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan ku dem dem tên belavkirin ji bo tirsandina gel e. Siruşt banga hişyarbûna ji siyasetên dewleta Tirk kir.

​​​​​​​Siruşt Helebçe: Armanca idîayên li ser tenduristiya rêber Ocalan tirsandina gel e
5 nîsan, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDUREHMAN

Di 14`ê Adara derbasbûyî de li ser dezgehên çapemeniya dewleta Tirk agahî têkildarî nebaşbûna rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan hatin parvekirin, civaka Kurd li her deverê daket qadan û banga eşkerekirina  rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan roja pênşema 25`ê Adara derbabasbûyî, li Buroya Serdozgeriya Gişt çend deqeyan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve peywendî hate qutkirin.

Der barê vê yekê de parêzer, nivîskar û lêkolînera Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Siruşt Helebçe, sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û got: "Ev ne siyasetake nû ye, dewleta Tirk naxwaze bi tu awayan hevdîtinan bi rêber Ocalan re ji aliyê malbat û parêzerên wî ve were çêkirin."

Siruşt Helebçe ev yek li gotina xwe zêde kir: "Siyaseta ku dewleta Tirk li dijî mafên mirovan dide meşandin pîvanên mafên mirovan ên dewleta Tirk bin pê dike, bi taybet piştî ku Erdogan di hilbijartinên derbasbûyî de bi ser ket ev binpêkirin hîn zêdetir bû. Li aliyekî din jî piştî krîza aborî û siyasî ya li welat çêbû, siyaseta dewleta Tirk hate guhartin û  Erdogan hewl dide destwerdana dewletên derdorê bike, da ku rewşa li hundirê Tirkiyê çêdibe, binixumîne.

Siruşt Helebçe diyar kir ku rûpelên dîroka Osmanî ya kevn û nû tijî komkujî ne, bi bihaneya ol ermen qetil kirin, bi bihaneya serhildanê çîna Ereb qetil kirin û bi bihaneya netewebûnê Kurd qetil dikirin û rêberên wan digirtin.

ꞌGELÊ KURD BI RÊBERÊ XWE VE GIRÊDAYÎ YEꞌ

Siruşt Helebçe da zanîn ku Erdogan bi sûcên xwe hewl dide cîhanê, nexasim gelê Kurd bi mijarên cuda ve mijbûl bike û got: "Yek ji van mijaran hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan qedexe ye û dem bi dem idîayên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Ocalan belav dike. Ji ber ku baş dizane ku gel bi rêberê xwe ve girêdayî ye û dixwaze bi vê yekê tirsê bixe dilê wan, da ku mijara siyasetê û parlamentoyê ji bîr bikin û tenê bi eşkerekirina jiyana wî ve mijbûl bibin."

Siruşt  Helebçe bang li gel kir ku li hemberî siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin hişyar bin.

/kr/uploads/files/2021/04/04/201327_082348_211900_a0840191-40af-4d10-bb0a-8458c3675db2.webp

Der barê peywendiya di navbera rêber Abdullah Ocalan û birayê wî de Siruşt Helebçe destnîşan kir ku siyaseta nû ya  ku dewleta Tirk dide meşandin ne mezgîniyeke baş e. Ji dema nahêle girtiyekî siyasî parêzerên xwe bibîne, wê demê ew binpêkirina qanûnên mafên mirovan e û komployeke hevbeş a derve bi Tirkiyê re ye.

Siruşt Helebçe di berdewama gotina xwe de ev yek got: "Tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewama sûcên hovane  dewleta Tirk ên yên ku ji beriya sedên salan ve ne, êdî eşkere ye ku dewleta dagirker a wekî dewleta Tirk naxwaze li Rojhilata Navîn aramî çêbibe, nexasim ku ew bû  sedema gurkirina gelek aloziyan û sedema derketina çeteyan a ku siyaseta wê ya tundiyê, nijadperestiyê û vegera li dewleta Osmanî eşkere kir."                  

Siruşt Helebçe destnîşan kir ku mijara mafên mirovan girîng e, lê di dewletên mêtînger de hate avakirin û wiha pê de çû: "Heke berjewendiyên wan dewletan bi dewleta Tirk re hebe, wê demê bê deng in. Me di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên Başûrê Kurdistanê de ev yek dît ku bê deng bûn."

ꞌFELSEFEYA RÊBER OCALAN JI BO JINAN ÎLHAM E'

Siruşt Helebçe diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan herî zêde banga azadiya jinan kir û da zanîn ku civak bêyî azadkirina jinan azad nabe.

Siruşt Helebçe got: "Li ser bingeha vî fikirî jinan xwe bi rêxistin kir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan îlham e, gelek rê li pêşiya wan vekirin û bi rêya wê kesayeta xwe dît û îradeya xwe ferz kir. Ji ber vê yekê jinên pêşeng û azad têne armanckirin, mînaka wê qetilkirina sê jinên têkoşer li paytexta Fransa Parisê ye."

Di dawiyê de parêzer, lêkolîner û nivîskar Siruşt Helebçe îşaret bi serkeftina ku şervanên Hêzên Parastina Gel li Garê bi dest xist, kir û got: "Divê gelê Kurd pişta xwe bidin xwe û yekitiya xwe çêkin."

(eh)

ANHA