Şertên hilbijartina şanoyên serkeftî yên Mîhrîcana Yekta Herekol

Endama komîteya biryardayînê ya Mîhrîcana Yekta Herekol daxuyand ku komîte dê lîstikên serkeftî li gorî pîvanên hunerî hilbijêre ku divê navarok zelal be û peyameke ku rewşa li ser erdê temsîl dike, tê de hebe.

Şertên hilbijartina şanoyên serkeftî yên Mîhrîcana Yekta Herekol
5 nîsan, 2021   01:56
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Mîhrîcana 5`emîn a Yekta Herekol li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişloyê ji 27`ê Adarê ve dewam dike. 27`ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye.

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîd û şanoger Yekta Herekol, mîhrîcan bi rêxistin kir. Tê payîn ku mîhrîcan heta 6`ê Nîsanê dewam bike.

Rojane şano tên pêşkêşkirin. Di dawiya şanoyê de şopdar û rexnegir nêrînên xwe li ser şanoyê parve dikin. Di roja dawîn a mîhrîcanê de ji nava şanoyên hatine pêşkêşkirin, wê şanoyek ji aliyê komîteya biryardayînê ve bê hilbijartin.

/kr/uploads/files/2021/04/04/201009_-.webp

Endama komîteya biryardayînê (jurî) ya Mîhrîcana Yekta Herekol, Rîma Silêman ji ANHA`yê re diyar kir ku dê mîhrîcan 11 rojan dewam bike. Rîma daxuyand ku komîteya biryardayînê ya mîhrîcanê îsal ji 6 endaman pêk tê.

Rîma Silêman bal kişand ser rêgezên ku komîteya biryardayînê di hilbijartina şanoyên serkeftî de bi kar tîne û got: “Divê di şanoyê de navarokeke baş û peyamek hebe ku rastiyê temsîl dike.”

Rîma her wiha destnîşan kir ku pispor û akademîsyen cihê xwe di komîteya biryardayînê de digirin û erka wan cudakirina şanoyên hatine pêşkêşkirin li gorî pîvanên hunerî ye.

XELAT

Rîma Silêman destnîşan kir ku di mîhrîcanên berê de piraniya lîstikan biyanî bûn lê belê piraniya lîstikan îsal hatine amadekirin, bi zimanê kurdî ne.

Tê payîn ku şanoya herî baş, metna herî baş, lîstikvanê/a herî baş, senografiya herî baş û derhêrnerê/a herî baş bên xelatkirin.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rdSwEWXFbH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>